Jinên Tebqa û Reqayê: Em piştgiriya Leyla Guven dikin

Rêveberiyên jinan ên Tebqa û Reqayê bi du daxuyaniyên cuda, siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî azadîxwazan û parlamenter Leyla Guven şermezar kirin.

Jinên Tebqa û Reqayê: Em piştgiriya Leyla Guven dikin
30 kanûn, 2020   12:57
TEBQA

Rêveberiya Jinan a Tebqayê daxuyanî li avahiya rêveberiyê ya li Tebqayê da. Endama rêveber a Rêveberiya Jinan Meryem El-Osman daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de behsa sûcên dewleta Tirk û siyasetên wê yên li dijî girtiyên siyasî yên di girtîgehên wê de, girtina Leyla Guven ji ber siyaset û bangewaziyên wê ji bo azadiya gelan, pêkanîna daxwazên girtiyên siyasî û bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, hate kirin.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li gel ku gelek dewlet hewl didin edalet û demokrasiyê di civakên xwe de pêk bînin, dewleta Tirk zordestiya xwe li dijî welatiyan zêde dike. Dadgeha Amedê bi îdiayên nerast biryara cezayê 22 salan li Leyla Guven birî. Lê ev tawan ne rast in. Leyla Guven ji ber ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan, jinan û zarokan li Sûriyê qebûl nekirin û ji ber ku banga bidawîkirina tecrîda ku li ser rêber Abdullah Ocalan kir, ev ceza lê hate birîn.”

REQA  

/ar/uploads/files/2020/12/30/120330_tebqa.webp

Rêveberiya Jinan a Reqayê bi heman mebestê daxuyaniyek da. Endama rêveberiyê Itîmad El-Ehmed daxuyaniynî li avahiya Rêveberiya Jinan a Reqayê xwend.

Di daxuyaniyê de rêveberiyê piştrast kir ku dewleta Tirk hewl dide têgeha welatparêziyê ji holê rake da ku berjewendiyên xwe yên kirêt pêk bîne. Her wiha armanc dike yekitî û hezkirina di navbera pêkhateyan de têk bibe.

Di daxuyaniyê de rêveberiyê berxwedana Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) a ji bo parastina ax û gelê herêmê silav kir.

Di dawiya her du daxuyaniyên jinên ji Tebqa û Reqayê, bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk bi taybet ên li dijî jinên têkoşer û berxwedêr, tev bigerin. Her wiha soza mezinkirina asta têkoşîn û berxwedanê ji bo azadiya Leyla Guven û tevahiya jinên di girtîgehên dewleta Tirk a faşîst de, hate dayîn.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/p8Hmh0hmZpM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0Slq-8wCGgE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>