Li Dêrazorê hewldana qetilkirina rûspiyekî eşîra El-Enbaza

Kesên çekdar hewl da ku yek ji rûspiyên eşîra El-Enbaza li gundewarên bakurê bajarê Dêrazorê qetil bikin.

Li Dêrazorê hewldana qetilkirina rûspiyekî eşîra El-Enbaza
29 kanûn, 2020   10:49
DÊRAZOR

Hate ragihandin ku kesên çekdar hewl da ku Ebdulcelîl El-Salih El-Hemed ku yek ji rûspiyên qebîleya El-Enabza ya eşîra El-Egîdat ji bajarokê Xeşam ê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê qetil bikin.

Kesên çekdar li ser motorsîkletê li herêma El-Ezbe ya bakurê bajarê Dêrazorê gule li El-Hemed reşandin. Di encamê de El-Hemed ji serê xwe birîndar bû.

El-Hemed niha li nexweşxaneya bajarê Hesekê tê dermankirin.

Ebdulcelîl El-Hemed ku berê ji ajansa me re axivîbû û dabû zanîn ku hin alî dixwazin ewlehiya herêmê têk bibin û tevliheviyê çêkin.

(dm)

ANHA