​​​​​​​Rûsya ya ku hewl dide Îran li Sûriyê kontrol bike çi peyamê dide DYA'yê?

Piştî sînorê başûrê Sûriyê yê bi Îsraîlê re, Rûsya li sînorên Sûriye-Iraqê jî ket pey şopa Îranê. Di demekê de ku behsa pêşbirk, nakokî û peymanên veşartî yên di navbera her du aliyan de tê kirin, hêzên alîgirên Rûsya li navarasta bajarê Bokemalê belav bûn û li ser rêya bejahî ku Tehranê bi deryaya Spî ve girê dide nuqteyên xwe ava kirin. Gelo rastî çi ye?

​​​​​​​Rûsya ya ku hewl dide Îran li Sûriyê kontrol bike çi peyamê dide DYA'yê?
29 kanûn, 2020   04:04
NAVENDA NÛÇEYAN- YEHYA EL-HEBÎB

Ji nişkeve hêzên Feyleqa 5`an ku piştgiriiya xwe ji Rûsya digire li gelek nuqteyên li ser sînorên Sûriye-Iraqê li nêzî bajarê Bokemalê bi cih bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên ser bi Rûsya ve di 17`ê vê Kanûnê de dest bi belavbûnê kirin û hin nuqte ji komên girêdayî Îranê wekî “tevgera El-Nuceba, Hizbullah a Iraqê, El-Ebdal” girtin.

SOHR`ê wê demê daxuyand ku ev bicihbûn piştî peymaneke veşartî ya Rûsya-Îranê pêk hatiye ku navaroka wê hîna eşkere nebûye. Her wiha diyar kir ku ev yek piştî hefteyekê ji vekirina buroyeke hêzên Rûsya li navarasta bajarê Bokemal, pêk hatiye.

Di dawiya 2017`an de, hêzên hikumeta Şamê tevî komên alîgirên Îranê piştî şerê bi çeteyên DAIŞ`ê re yê bi destekdayîa balafirên Rûsyayê, bajarê Bokemal ê li ser sînroê Iraqê kontrol kirin. Lê belê piştî demeke kin, dezgehên çapemeniyê ragihandin ku hêzên Furqeya 4`an ji bajarê Bokemal vekişîne û bajar di bin serweriya hin komên ser bi Îranê ve maye.

Ji wê demê ve, li bajarê Bokemal neîstiqrar heye. Bi dehan êrişên asîmanî yên balafirên nenas li dijî komên alîgirên Îranê, pêk hatin, ku hin caran balafirên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê ya bi serkêşiya Amerîkayê, hin caran jî Îsraîl bi pêkanîna êrişan dihatin tawanbarkirin.

Bajarê Bokemal xwedî girîngiyeke mezin e û wekî pirekê ji bo Îranê tê hesibandin, ji ber ku tekane dergeha bejahî ku Îran, Iraq û Sûriyê bi hev ve girê dide li wir heye û wekî rêya gihaştina beravên deryaya Spî, tê pejrandin.

Rûsya ne ji bajarê Bokemal dest bi şopandina hêzên Îranê kir, lê belê berê jî Rûsya derbasî başûrê Sûriyê bûbû ku hêzên Îranê li wê derê bûn.

Li gorî gelek raporan, ji ber ku Rûsya hewl dida hebûna Îranê li wê derê qels bike, li başûrê Sûriyê rageşî û ne aramî hebû. Rûsya wê yekê di çarçoveya soza ku daye Amerîka û Îsraîlê de pêk tîne.

2018`an, medyayên Îsraîlê ragihandin ku piştî çend mehan ji têkiliyên dîplomatîk Rûsya û Îsraîl li ser dûrxistina Îran û Hizbullah ji sînorên bakurê Îsrsaîlê yên bi Sûriyê re, li hev kirine. Ew yek hemwextî serdana Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê ji Rûsya re pêk hat.

Li gorî raporeke rojnameya “The Jerusalem Post” di hejmara ku 28`ê Gulana 2018`an derketiye de, Îsraîl û Rûsyayê li hev kirine ku rê bidin hêzên hikumeta Şamê ku başûrê Sûriyê heta sînorê bi Îsraîlê re bixe bin kontrola xwe û di heman demê de nehêlin ku Îran û Hizbullah beşdarî pêkanîna wê yekê bibin.

Di Îlona 2018`an de piştî aloziya di navbera Til Ebîb û Moskovê de ya ji ber ketina balafireke rûsî bi şaştî li nêzî beravên Sûriyê, berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê lîwa Igor Konashenkov dateyên lihevkirinên Rûsya-Amerîkayê eşkere kirin.

Konashenkov wiha got: “Hemû hêzên alîgirên Îranê bi çekên xwe yên giran ji girên Colanê heta 140 km ber bi rojhilatê Sûriyê ve vekişiyan, ew jî wekî mesafiyeke ewle ye ji bo Îsraîlê.”

 

Konashenkov diyar kir ku hezar û 50 leşker û 24 moşek û sîstemên moşekan û 145 yekîneyên ji cureyên çekên giran û alavên din ên leşkerî, ji herêmê vekişîne.

Di 25`ê Hezîrana 2019`an de, Amerîka, Rûsya û Îsraîlê li Qudisê civîne li dar xistin û tê de li ser misogerkirina ewlehiya Îsraîlê li hev kirin.

Tevî wê yekî jî, hîna li başûrê Sûriyê alozî heye û behsa nakokiyên di navbera Rûsya û Îranê de tê kirin, nexasim piştî ku Furqeya 4`an ku piştgiriya xwe ji Îranê digire û piştî avakirina Furqeya 5`an a girêdayî Rûsyaê, ji nû ve derket pêş.

 ‘BERIYA HATINA RÊVEBERIYA NÛ YA AMERÎKAYÊ, RÛSYA KAXIZÊN XWE JI NÛ VE RÊZ DIKE’

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê di kar û barên Rûsya de pispor Raid Cebir, girêdayî mijarê ji ANHA`yê re nixandin kir û got: “Hemû tevgerên Rûsya yên di demên dawîn de li ser erdê, nîşan dide ku ew kaxizên xwe li ser erdê ji nû ve rêz dike û li bendê ye ku meha bê rêveberiya nû ya Amerîkayê dest bi peywira xwe bike.”

Cebir da zanîn ku Moskov dixwaze rewşeke nû ferz bike, çi li başûr dibe çi jî li herêma rojhilat wekî Bokemal, da ku kaxizên wê yên bazarkirina bi rêveberiya nû ya Amerîkayê re hebin û wiha dewam kir: “Rûsya dibîne ku tevî hemû nakokiyên her du aliyan jî, ew dikare dest bi diyalogeke giştî bike. Ji ber wê yekê, Moskov destpêkê dixwaze hemû derfetan ji bo derketina rageşiyê bi kar bîne, mînaka wê yekê başûrê Sûriyê ye (Îsraîl, Hizbullah anku hêzên ser bi Îranê ve), an jî li rojhilatê Sûriyê.”

Cebir li ser pêşbirka Rûsya û Îranê jî wiha got: “Helbet pêşbirk heye, me di salên dawîn de ev yek di qadên aborî û ewlehiyê de bi rêya kontrolkirina hêzên ewlehiyê û furqeyên leşkerî û hwd, dît.”

 ‘NAMEYEKE RÛSYA JI BO WASHINGTON’

Cebir di dewama nirxandina xwe de destnîşan kir ku koordînasyoneke Rûsya û Îranê heye da ku îhtimalên rasthatina bi Amerîkayê re kêm bikin ji ber vê yekê hêzên Rûsya li herêmê bi cih bûne, ku ew yek bi koordîneya yekser bi aliyê Îranê re pêk hat.

Cebir wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di nava rêzkirina kaxizên Rûsya de ku min berê behsê kir, nameyeke eşkere heye. Name ew e ku Rûsya dikare hebûna Îranê li Sûriyê kontrol bike. Ez nabêjim hebûna Îranê li Sûriyê bi dawî bike, lê belê kontrol bike. Anku ti nuqteyên rasthatinê yên xeter ku bibin sedema rûdana şer, tine bin.”

 ‘RÛSYA BANGA DANÛSTANDINAN LI RÊVEBERIYA NÛ YA AMERÎKAYÊ DIKE’

Akademisyenê rûsî û mamosteyê dibistana Istişraq a Zanîngeha Bilind a Aboriyê Andrei Choprigin jî, ji ANHA`yê re bicihbûna hêzên alîgirên Rûsya li Bokemalê nixand û got: “Rûsya li ser bicihbûna hêzên hikumetê li gundewarê Bokemalê tiştek negot.”

Choprigin wiha domand: “Li gorî agahiyan, em dikarin bêjin ku bicihbûna Feyleqa 5`an piştî hevdîtina wezîrê derve yê Rûsya û hempîşeyî wî yê Sûriyê, pêk hat. Di hevdîtinê de her du aliyan li ser hewldanên kêmkirina cezayên derve li ser dewleta Sûriyê tekez kir.”

Choprigin wiha pê de çû: “Xuya ye ku hewldanên di wê derbarê de, ji qelskirina hebûna Îranê li Sûriyê dest pê kir. Ji ber ku hebûna Îranê yek ji behaneyên ferzkirina cezayên Amerîka li ser Sûriyê tê hesibandin.”

Akademisyenê Rûs got ku bi qelskirina hebûna Îranê li ser sînorên Îraqê, dibe ku weke gavekê ji bo vexwendina rêveberiya nû ya Amerîka ji beşdarbûna danûstandinên têkildarî aloziya Sûriyê be.

 ‘RÛSYA LI SÛRIYÊ ÇI JI ÎRANÊ DIXWAZE?’

Girêdayî pêşeroja têkiliyên Rûsya-Îranê jî, pisporê kar û barên Rûsya Raid Cebir wiha got: “Moskov hemû dozan bi awayekî zelal bi hev ve girê dide. Ew ê di helwesta xwe ya li hemberî peymana nukleerî de berdewam bike, ew dixwaze ji nû ve vê peymanê bixe meriyetê û li qadên navneteweyî parastina Îranê dike.”

Cebir wiha bi dawî kir: “Di heman demê de, Rûsya li Sûriyê dê bi Îranê re nekeve şer, bejahiyeke serweriyê ya diyar ji her aliyekî re heye. Rûsya naxwaze herêmên di bin kontorla Îranê de desteser bike. Îran jî wekî Tirkiyê dê hevalbenda Rûsya bimîne. Tevî hemû nakokiyên di navbera aliyan de jî, lê Rûsya dixwaze ku vê yekê biparêze. Ji ber ku ji bo Rûsya, mekanîzmeya aktîv ji bo pêkanîna siyasetên xwe û berdewamkirina wê siyasetê û amadekariyên qonaxa pêş, ku dibe tê de xebatên siyasî dest pê bikin.”

(cx)

ANHA