Aborînas Sonmez: Sala 2021’an dê ji bo Tirkiyê saleke ne baş be

Aborînas Mustafa Sonmez diyar kir ku ev demeke dirêj e Amerîka qedexeya veberhênana di pîşesaziya parastinê de danîbû ser Tirkiyê, ev qedexe bi cezayên CAATSA’yê bûye pêkanîneke fermî û got xuya ye cezakirinên di aliyê  aboriyê de yên ji bo Tirkiyê dê berdewam bikin.   

Aborînas Sonmez: Sala 2021’an dê ji bo Tirkiyê saleke ne baş be
29 kanûn, 2020   01:24
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Ji ber ku Tirkiyê pergala parastina esmanî S-400 ji Rûsyayê kirî, Amerîkayê ew di çarçoveya qanûnên CAATSA’yê de ceza kir. Qanûna cezayan, li Meclisa Nûneran, bi dengdana bermaberî 13 dengên neyînî bi 84 dengan hate pejirandin. CAATSA’yê pêşnûmaqanûna NDAA ya 740 milyar dolar, veto kir. Ev pêşnûmaqanûn dê dîsa bê kongreyê û heke dîsa heman dengên bilind bigire, heke Trump veto bike jî, dê pêşnûmaqanûn bê pejirandin.

Tirkiyê di Tîrmeha 2019’an de dest pê kiribû pergala parastina esmanî S-400’an ji Rûsyayê wergirt û Amerîkayê gelek caran Tirkiye di vî warî de hişyar kir lê Tirkiye ji biryara xwe danegeriya, ji ber vê pispor vê biryara Amerîkayê wek biryareke “derengmayî” dibînin û tê çaverêkirin ku di serdema Joe Biden de têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê piranî li ser van cezayan teşe bigire û ev mijar gelek bê gengeşekirin.

CEZAYÊN CAATSA’YÊ ÇI NE?

- Sazî û kesên dikevin ber cezayan piştgiriya veberhênan-hinardeyê jê tê birin.

- Ruxseta mal û teknolojiyê ji wan re nayê dayîn.

- Ew ê nekarin ji saziyên darayî yên Amerîkayê krediyê bixwazin.

- Ew ê nekarin ji saziyên darayî yên navneteweyî kred/deyn bixwazin.

- Banka Navendî ya Amerîkayê rê nade saziyên wan ên aborî yekser dan û standinê bikin.

- Bi wan kesên ceza li ser wan hatiye birîn, çênabe peyman bên girêdan û îhaleyan bidinê.

- Di ser dowîz re bi wan re tu kar nayê meşandin, karkirin bi wan re qedexe ye.

- Guhastina krediyê di navbera sazî û bankên wan de qedexe ye.

- Qedexe ye ku sazî û kesên li ber ceza ketine li Amerîkayê bibin xwedî mal û avahî.

- Qedexe ye ku sazî û kesên amerîkayî bi van kes an saziyên li ber ceza ketine dan û standineke sermayedarî yan jî deyndariyê pêk bîne.

- Qedexe ye ev kesên li ber ceza ketine bikevin nava erda Amerîkayê.

- Rayedarên mîna van kes û saziyên ber ceza ketine jî, ceza lê tê sepandin. 

Di nav kesên li ber cezayan ketine Serokatiya Pîşesaziya Parastinê ya Tirkiyê û serokê wê Îsmaîl Demîr, cîgirê serokê Pîşesaziya Parastinê û serokê Desteya Rêveber a ROKETSAN’ê Faruk Yigit, ji Serokatiya Pîşesaziya Parastinê û Serokatiya Ezmangeriyê Serhat Gençoglu û Mustafa Alper Denîz hene. 

Der barê encamên pêkan ên cezayên CAATSA’yê de û krîza di aboriya Tirkiyê de peyda bûye, em bi aborînas Mustafa Sonmez re axivîn.

‘JI TIRKIYÊ RE: TU ENDAMA ROJAVA YÎ?

CAATSA berî niha li dijî Rûsya, Çîn û Îranê hatiye pêkanîn niha jî li dijî Tirkiyê hate pêkanîn. Sonmez bi bîr xist ku mebesta van cezayan ew e ku hem Amerîka hem jî Ewropa ji Tirkiyê re dibêjin em dixwazin tu cihê xwe li ba welatên Rojava bigirî û wiha got: “Vê pirsê ji Tirkiyê dikin; tu endama cîhana Rojava yî yan na? Çimkî tu mîna endama cîhana Rojava tev nagerî. Hem di polîtîkaya xwe ya derve de, hem di warê leşkerî de û hem jî di siyaseta xwe ya navxweyî de tu mîna welatekî rojava tev nagerî. Ji ber vê Tirkiyê didin ber pirsan. Jê re dibêjin hin rêgezên me hene û em ji te dixwazin tu li gorî van pîvanan tev bigerî, heke na tu li gorî van pîvanên me tev negerî em ê van cezayan li te ferz bikin.” 

Sonmez di axaftina xwe de destnîşan kir ku cara pêşîn e welatekî endama NATO’yê cezayekî wiha li welatekî din ên endam dibire, ceza dê meha Adarê bikevin meriyetê û got: “Heta niha Trump di rêveberiya xwe de hin hemleyên Erdogan tolere dikirin. Lê Biden, xwedî helwesteke sazûmanî ye û tê çaverêkirin ku li gorî normên dewleta Amerîkayê pê re pêwendiyê çêke. Û ew ê bixwaze li ser vî binemayî gelek tiştî binirxîne. Lewra ew ê li gorî vê rêbazê bi Erdogan re têkiliyan bi pêş bixin û bixwazin wî bînin ser eyara xwe. Niha bi cezayên biçûk wî diceribînin. Lê ji meha Adarê ve dibe bi cezakirinên girantir eyarekê bidine Erdogan. Erdogan çi qas ji vê re amade ye û çi qas jê re girtiye, dê xuya bibe. Erdogan mecbûr e jê re vekirî xuya bike. Nikare xwe bigire. Ji bo Erdogan bikare xwe bigire, divê di warê aborî de xurttir be û bikare ser lingên xwe bisekine, lê wisa nîn e, girêdayî derve ye.”    

Sonmez diyar kir ku Tirkiye hem di siyaseta derve de hem jî ya hundir de ketiye nav tengaviyeke mezin, ji bo xwe ji vê tengaviyê derbixe pêdiviya wê bi hemleyên nû heye û got: “Tirkiyê bi çiyê xwe bawer kir ku cihana Rojava ji bo biryareke wisa mecbûr kir ku ser wê cezayan bisepîne? Tirkiyê zêdegaviyek di warê xwe de kir. Fortên wê vala ne. Wê xwe mîna hêzeke herêmî dît. Wê wisa hizir kir ku ew ê serderiyê bi cihana Rojava re bike û bibe hêzeke bi serê xwe. Baweriya xwe bi jêderkên xwe anî. Xasma çavkaniyên wê ving û vala bûn. Erdogan, li hundir pergaleke bi navê pergala Serokomariyê derxist pêş, ev rejîma nû ji hiqûqê bigire heta siyasetê her tiştî digire bin kontrola xwe, sermayedarên Rojavayî ev pergal qebûl nekir. Ev pergala hikumetê negirt û Erdogan li hundir gelekî qels kir. Ji bo vê qelsiya xwe berteref bike, siyaseta derve kire qurbanî siyaseta hundir. Xwest bi vê re xwe li ser lingan bigire û roja xwe derbas bike. Ji ber vê yekê di bin navê guhertina mîhwerê de xwe nêzî Rûsyayê kir, ya rastî xwest dîmeneke wisa nişan bide.”     

‘HEM XWE JI DÊRÊ KIR HEM JI MIZGEFTÊ’

Sonmez bal kişand ser ku Tirkiyê di polîtîkaya xwe ya derve de hem xwe ji dêrê kiriye hem jî ji mizgeftê û wiha axivî: “Ji Rûsyayê çekên giran kirîn û pê re li ser santrala nuklerî têkilî bi pêş xistin, cihana Rojava dê tu caran ev helwesta Tirkiyê qebûl nekira. Ligel vê bazara bi Rûsyayê re dîsa li Rojhilata Navîn di siyaseta Sûriyê de bazara wê û Rûsyayê hev negirt. Lewra jî hem ji dêrê bû hem ji mizgeftê. Niha dîsa dixwaze berê xwe nik cihana Rojava. Reforma aborî bi vê armancê bi pêş xist. Lê gava dixwaze berê xwe bide Ewropa vê carê şirîka wê ya biçûk a desthilatê MHP, xwe li ber singa wê dike kelem û ji bo vê hewldana wê saji bote bike, ji hundir ve her tiştî dike. Li vê berê jî ev pirsgirêk heye. Nikare hin reforman bike. Çimkî di siyaseta navxwe de muhtacê MHP’ê ye. Ji ber vê yeke Erdogan di navbera nal û bizmarê de asê bûye û hem ji dêrê bûye hem ji mizgeftê.”  

‘JI HER ALÎ VE DOR LÊ TENG BÛYE’

Sonmez destnîşan kir ku xwe biçûk kirin, xwe berteng kirin û di encama vê de bêkarîyê bi pandemiyê re erozyoneke mezin di girseya AKP’ê de pêk aniye û got ku vê yekê di warê aborî de derbeyeke giran li hikumetê xistiye. Sonmez alozî bi van gotinan derbirî: “Ji aliyekî ve girêdana bi dowizê, ji aliye din ve ji derve de çavkaniyên biyanî nayêne welêt, ji lew re jî buhayê dowizê bilind dibe, ev jî agirê enflasyonê gur dike, ev jî bi xwe re gendeliya hundir zêde dike, pê re xizanî û nearamî li civakê peyda dibe. Di warê aborî de hevseng nemaye û geşedaneke aborî çênabe. Li hundir opozisyonê zendên xwe şidandine, her diçe muxalefet xurttir dibe, her diçe daxwaza vegerîna pergala parlamenteriyê ya xurtkirî bêhtir dertê pêş û ev jî desthilata Erdogan tengavtir dike. Lewra jî ji her alî ve dor li Erdogan tengtir dibe û derde wî ew e roja îroyîn bi her çi hal be derbas bike.”  

‘ERDOGAN LI DÛ TAWÎZÊN NERM KETIYE’

Aborînas Sonmez planên Erdogan ên li dijî cezayan wiha nirxandin: “Ew ê niha, tawizên nerm bide û hin gavên biçûk biavêje. Ji bo vê jî zêde derfeta wî nîn e. Çimkî gava ji hundir ve bixwaze hin gavan bavêje MHP li pêşiya wî bend e, kelem e. Ew ancax dikare hin pêngavên sivik ku MHP pê qayil bibe bikare bavêje. Erdogan bêyî dilê MHP’ê baxwaze tu pêngavan biavêje û ev yek jî dora wî tengtir dike. Welatên Rojava bi vê yekê razî nabin. Rojava jê dixwaze ew hin gavên din bavêje ku deste MHP’ê tê de nebe. Reng e ev pevçûneke giran e û bi demê re dê encamên vê kêşvekêşê diyar bibin.”

Sonmez aşkere kir ku Tirkiye di krîzê de ye û ev krîz dê sala 2021’ê jî dewam bike. Sonmez îşaret pê kir ku sala 2021’ê ji bo Tirkiyê saleke baş nabe û wiha got: “Di warê pandemiyê de jî rewşa Tirkiyê kambax e. Pandemî baş bi rê ve nebir, hejmar veşartin, ji ber vê hem ji derve hem jî hundir ve hetika wê çû. Di sala 2021’ê rewşa pandemiyê dê bandoreke xwe ya berbiçav hebe. Carê divê em binêrin ka pandemî dê çawa bi encam bibe. Ji aliye din ve welatên Rojava gefa cezakirinê lê xwar ka ev dê çi kartêkeriya xwe hebe, giring e ka dê çiqas xwe li ber ragire. Ev meseleyên cidî ne. Lê xuya ye zêde hêza wê nemaye, ew ê nikaribe gelek ber xwe bide. Sala 2021’ê jî bêkarî û xizanî dê bi vî awayî berdewam bike û xuya ye ev jî dê pişta hikumeta li desthilatê deyne erdê.”    

‘HILBIJARTINEKE PÊŞWEXT EW NE HÊSAN E’

Aborînas Sonmez der barê daxwaza hilbijartineke pêşwext ji aliyê hikumeta Erdogan ve wek karekî nehêsan pênase kir û da zanîn ku desthilat li ber çavên xwe arîtmetrîkeke serkeftina wê tê de nabîne lewra jî zû biz û xwe nade ber karekî wisa çimkî piranî li gorî encamên anketan dê biryareke wisa bîne rojeve xwe. Sonmez ev gotin li nirxandina xwe zêde kirin: “Heke gelek tengav bibe, ew ê li hundir dest bi gelek karûbarên dûrî qanûnan bike, ji girtina HDP’ê bigire heta guhertina Desteya Hilbijartina Giştî, ew ê hin partiyên din jî bigire bin kontrolê paşê biryara hilbijartinê bide.”

Sonmez got ev pêkanînên derqanûnî dê ji aliye Ewropa û rojava ve çawa bêne dîtin, ew giring e. Lewra jî desthilata Erdogan hem li hundir hem jî li derve tengasiyên mezin li pêşiya wê hene.

‘RÛSYA DÊ BI SER TIRKIYÊ DE WERE’

Cezayên CAATSA girêdayî helwesta Tirkiyê a der barê S-400’an de ye. Rejîma Erdogan ji bo S-400’an 2.5 milyar dolar daye Rûsyayê.. Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov der barê cezayên Amerîkayê de gotibû “Ev helwesteke ‘bêpîvan’ e. Amerîka helwesteke pozbilindî li dijî Tirkiyê kir.”  

Sonmez destnîşan kir ku li dijî van biryarên Amerîkayê Rûsya dê zextê li Tirkiyê bike da ku peymana bi wê re bîne cih û got ku Tirkiyê ji bo S-400’an hin sîparîş ji Rûsyayê xwestine. Aborînas Sonmez di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ew ê ji bixwaze ku van sîparîşan bîne cih. Peymana santrala nuklerî bi Rûsyayê re heye û dê jê bixwaze heta dawiyê vê peymanê pêk bîne, her wiha peymana gazê jî heye, ji bo cihbicihkirina wê jî dê daxwaza wê ji Tirkiyê hebe. Mimkûn e Rûsya van daxwazan hemûyan ji Tirkiyê bike. Lê aliyê din jî jê re dibêje dest ji S-400’an berde. Tirkiye hem ji dêrê bûye hem ji mizgeftê. Ew ê van pirsgirêkan çawa çareser bike em nizanin lê mimkûn e Rûsya fişara xwe lê zêde bike da ku peymanên pê re bi cih bîne.”

ANHA