​​​​​​​'Dem dema yekitiyê ye, ne dema lihevkirina bi dijminan re ye'

Şêniyên navçeya Tirbespiyê bang li aliyên kurdî kirin ku ji bo yekitiya kurdan bixebitin û gotin: "Dem dema yekitiya kurdî ye, ne dema lihevkirina bi dijminan re ye.''

​​​​​​​'Dem dema yekitiyê ye, ne dema lihevkirina bi dijminan re ye'
29 kanûn, 2020   05:21
QAMIŞLO- KADAR ÎBRAHÎM

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di vê demên dawî de liv û tevgera xwe li herêma Pêşxabûr a li beramberî deriyê sînor ê Sêmalka yê bajarê Dêrikê zêde kiriye. Li aliyekî din jî êriş bire ser nuqteyên gerîlayên HPG'ê yên li gundê Sergelê yê navçeya Amediyê ya parêzgeha Dihokê.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûn nîşanî siyasetên PDK'ê didin û destnîşan dikin ku ew siyaset li ser destkeftiyên kurdan xeternak in.

Şêniyê bi navê Ebdulrehîm Hiso destnîşan kir ku gelê Kurd karîn xwe bi rêxistin bikin, ji ber vê yekê pêwîste hin aliyên Kurd li ser peymanên ku zirarê bi berjewandiyên gelê kurd dike, li hev nekin.

Hiso piştrast kir ku aliyên kurdî hev du temam dikin û pêwîste ku destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin û li ser yekîtiya kurdan bixebitin.

Ciwan Osê jî got: "Gelê Kurd di vê qonaxê de hewcedarî ragihandina yekitiya kurdî ye, ne ku bi dijminên doza kurd re li hev bikin."

Osê destnîşan kir ku bûyerên ku li Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê rû didin tenê xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike.

Jina bi navê Xaliya Eyûb da zanîn ku di vê demê de gelek komplo li dijî gelê Kurd hene, armanc jê destkeftiyên wan têk bibin û got: "Dem dema yekitiya kurdî ye, ne dema nakokiyan e."

Xaliya Eyûb bang li serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku piştgiriyê bide xebatên pêkanîna yekitiya gelê Kurd û destkeftiyên ku bi keda şehîdan pêk hatine biparêzin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RS3ZDBU8i6g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>