Koçberên Efrîn: Her sal hêviya me ya vegerê mezintir dibe

Şêniyên Efrînê yên ku ji warê xwe hatine koçberkirin bi xemilandina darên serê salê hêviya xwe ya vegera li warê xwe nû kirin û gotin "Her sal hêviya me ya vegera li warê me mezin dibe."

Koçberên Efrîn: Her sal hêviya me ya vegerê mezintir dibe
28 kanûn, 2020   08:30
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

3 sal di ser dagirkirina Efrînê û koçberiya şêniyên wê re derbas dibin. Hêviya yekane ya şêniyan rizgarkirina Efrînê ji dewleta Tirk a dagirker û vegera li warên xwe ye.

Şêniyên Efrînê yên li kampa Berxwedanê ya li kantona Şehbayê, darên sersalê dixemilînin, da ku bi wê re derûniya zarokên xwe ji hêvî û israra vegera li Efrîn û rizgarkirina wê rihet bikin.

Şêniya bi navê Hêza Birîmo li kampê bi cih bûye got: "Ev 3 sal in, em koçberî kantona Şehbayê bûne, di van salan de me gelek astengiyên jiyanê tehemûl kirin. Lê moralên me bilind in û bi hêvî ne ku 2021 bibe saleke tijî aştî û demokrasî û bibe sala rizgarkirina rêber Abdullah Ocalan."

Hêza Birîmo bal kişand ser helwestên hêzên navnetewî û bêdengiya navneteweyî ya li hember rewşa şêniyên Efrînê yên koçber ku azarên koçberiyê dikişînin, şermezar kir.

Hevserokê komînekê li kampa Berxwedan, Xesan Îsmaîl jî wiha axivî:"Di ser me re 3 sersal derbas bûn ku em ji warê xwe  Efrînê koçber in û dûr in. Di her salê de hêviya me ya vegera li warê zeytûnan mezintir dibe. Bi hêvî ne ku di sala nû de Efrîn rizgar bibe û em li welatê xwe vegerin û bi hêvî ne ku rêxistinên navneteweyî li hemberî rewşa me bi erkên xwe rabin."

Sîham Henan jî hêvî kir ku di sala nû de aşitî li tevahî cîhanê belav bibe û tevahî koçber li warên xwe vegerin.

Sîham Henan wiha domand: "Me îsal dara sersalê li kampê xemiland, da ku zarokên me kêfxweş bibin û pê bihesin ku berxwedan heta rizgarkirina Efrînê berdewam e. Ji ber ku em xwediyê maf in û divê em mafên xwe bistînin."

Sîham Henan wiha gotina xwe bi dawî kir: "Mafên mirovan ên ku pê diaxivin li ku ye? Em niha azarên koçberiya ji welat û sermaya zivistanê li kampan dikişînin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/r2PcPkU6J60" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>