Xwendekarên Efrînê êrişên li ser Eyn Îsayê şermezar kirin

Li navçeya Til Rifet a Şehbayê bi sedan xwendekarên herêma Efrînê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeya Eyn Îsayê û siyasetên PDK'ê yên li dijî gelê Kurd şermezar kirin.

Xwendekarên Efrînê êrişên li ser Eyn Îsayê şermezar kirin
Xwendekarên Efrînê êrişên li ser Eyn Îsayê şermezar kirin
Xwendekarên Efrînê êrişên li ser Eyn Îsayê şermezar kirin
Xwendekarên Efrînê êrişên li ser Eyn Îsayê şermezar kirin
27 kanûn, 2020   16:15
ŞEHBA

Tevgera Xwendekarên Demokratîk ên Herêma Efrînê bi hevkariya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê herêma Efrînê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser navçeya Eyn Îsayê û siyasetên PDK'ê yên li dijî gelê Kurd meşek li dar xist.

Meşa ku bi sedan xwendekarên herêma Efrînê tevlê bibûn, ji qada Bazar a naverasta navçeya Til Rifetê dest pê kir. Xwendekaran alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, posterên rêber Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsên "Dem dema azadiyê ye", "Bimire îxaneta PDK" û"Bijî berxwedana HPG" vekirin.

Meş di kolanên navçeyê de dewam kir û diruşmeyên silavkirina berxwedana Heftanînê û berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyan hatin berzkirin.

Xwendekaran li çerxerêya navçeyê rawestiyan û deqeyeke rêz girtin.

Endama Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Efrînê Rîm Dada bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Rîm Dada bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Eyn Îsayê şermezar kir û got ev êriş wê neghêje armancên xwe.

Rîm siyasetên PDK'ê yên li dijî gelê Kurd û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re da ku êrişên gerîlayên HPG'ê bike, şermezar kir. Her wiha bang li tevahî ciwanan kir ku li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin û destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin.

Di dawiyê de, diruşmeyên şermezarkirina îxanetê û silavkirina berxwedanê hatin berzkirin.

ANHA