‘Alîkarî rêyeke girtî ye ku hikumeta Şamê dixwaze pê rewşa aborî baş bike’

Welatiyên sûrî yên li Şamê xwest alîkariya ku carekê hatiye dayîn, daîm be û li mûçeyan zêde bibe. Her wiha piştrast kirin ku bazirganan bihabûna dolar ji xwe re bi kar anî û li aliyekî din pisporekî aborî destnîşan kir ku dayîna alîkariyê tê wateya ku êdî tiştek ji destê hikumetê nayê. 

‘Alîkarî rêyeke girtî ye ku hikumeta Şamê dixwaze pê rewşa aborî baş bike’
‘Alîkarî rêyeke girtî ye ku hikumeta Şamê dixwaze pê rewşa aborî baş bike’
‘Alîkarî rêyeke girtî ye ku hikumeta Şamê dixwaze pê rewşa aborî baş bike’
‘Alîkarî rêyeke girtî ye ku hikumeta Şamê dixwaze pê rewşa aborî baş bike’
‘Alîkarî rêyeke girtî ye ku hikumeta Şamê dixwaze pê rewşa aborî baş bike’
‘Alîkarî rêyeke girtî ye ku hikumeta Şamê dixwaze pê rewşa aborî baş bike’
‘Alîkarî rêyeke girtî ye ku hikumeta Şamê dixwaze pê rewşa aborî baş bike’
‘Alîkarî rêyeke girtî ye ku hikumeta Şamê dixwaze pê rewşa aborî baş bike’
‘Alîkarî rêyeke girtî ye ku hikumeta Şamê dixwaze pê rewşa aborî baş bike’
27 kanûn, 2020   08:28
ŞAM-NESRÎN XELÎL

Serokê hikumeta Şamê Beşar El-Esed, hefteya borî biryarek derxist ku li gorî wê alîkariyek bi miqdara 50 hezar lîreyên Sûriyê ji tevahiya karmendên di saziyên sivîl û leşkerî de yên her du beşên giştî û hevbeş, bê dayîn.

Ev biryar bû mijara gotegotên li ser malperên tevna civakî bi taybet malpera Serokatiya Komarê ya li ser Facebookê.

Li aliyekî din pirsporekî aborî ji Şamê ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku mûçeyên karmendan ên li herêmên di bin kontrola hikumeta Sûriyê de, têra tiştekî nakin. Heman pisporî bi bîr xist ku nirxê lîreyê Sûriyê li beramberî dolar bi awayekî zêde daket, heta ku gihaşt zêdetirî 2 hezar û 900 lîre. Ji ber wê mûçeyên karmendan têra tiştekî nake û karmend nikarin debara xwe pê bikin.

Mûçeyên karmendan li Sûriyê di navbera 37 hezar û 150 hezar lîreyên Sûriyê de ne. Bi gotineke din karmend di mehê de ji 60 dolarî kêmtir mûçe digirin.

Li gorî nûnera rêxistina WHO Akjemal Magimova, zêdetirî ji sedî 90 gelê Sûriyê di bin xeta xizantiyê de ne.

Pirsporê ku nexwest navê xwe eşkere bike, da xuyakirin ku hikumeta Şamê ruxmî encamên neyînî yên dayîna alîkariyê li ser rêjeya buhayan dizane, lê ev gav avêt û wiha domand: “Bi derketina biryarê re, ruxmî ku welatî alîkarî hîna negirtine, lê buhayên kel û pelan biha bûn. Tevî îdiayên hikumetê ku ew çavdêriya sûkan dike, lê çawa buha ew qas bi lez zêde bûn.”

Beriya derketina biryarê kîloya penêr di navbera 4 hezar û heta 8 hezaran de bû. Lê piştî derketina biryarê hezar lîre ket ser wê nirxê.

Kîloya mast jî bi 800 lîreyên Sûriyê bû, lê niha hezar lîre ye. Kîloya kartolan 700 lîre bû lê niha bû hezar lîre. Kîloya goştê mirîşkan ji 4 hezar û 500 lîreyên Sûriyê gihaşt 5 hezar û 500 lîre.

Pisporê aborî da zanîn ku piraniya karmendên warê taybet zirar ji vê alîkariyê dît, ji ber ku tenê karmendên saziyên hikumetê sûd ji vê alîkariyê dît.

`RÊ GIRTÎ YE`

Heman pisporî diyar kir ku ev alîkarî rê li pêşiya bilindkirina nirxê kel û pelan vekir, ji sotemeniyê bigire heta bigihêje pêdiviyên sereke. Her wiha piştrast kir ku ji ber bikaranîna bazirganan ji dayîna alîkariyê re, encamên vê alîkariyê dê bi awayekî neyînî bandorê li jiyana aborî ya welatiyan bikin.

Pisporê aboriyê got ev gava dawîn a hikumeta Şamê ji bo başkirina rewşa welatiyan, îsbat dike ku hikumet êdî gihaştiye rêyeke girtî û êdî di peydakirina pêdiviyên jiyanî yên welatiyan de zehmetiyan dikişîne.

Welatiyan piştrast kir ku ji ber tunebûna çavdêriyê li ser buhayan, wê alîkarî bê sûd be.

Şêniyê bi navê E.N. jî got: “Buhayên kel û pelan nayên kontrolkirin. Bazirgan li gorî xwe nirxan diyar dikin, ji ber wê ev alîkarî  bê sûd e. Guhertinên ku Wezareta Zimhêrê îdia dike, ne rast in û buha nayên kontrolkirin.”

Şêniya bi navê F.T. jî diyar kir ku piştî alîkariyê, bazirganan bi koordîneya bi Wezareta Parastina Mizextkeran re buhayên kel û pelan bilind kirin da ku wan pereyan desteser bikin .

(şx)

ANHA