Çalakiya kon a li Eyn Îsayê bi silavkirina berxwedana QSD'ê dawî bû

Çalakiya kon a li navçeya Eyn Îsayê bi dawî bû.  Jin û ciwanên Minbicê serdana kon kirin û piştgiriya xwe ji berxwedana Eyn Îsayê re nîşan dan.

Çalakiya kon a li Eyn Îsayê bi silavkirina berxwedana QSD'ê dawî bû
Çalakiya kon a li Eyn Îsayê bi silavkirina berxwedana QSD'ê dawî bû
Çalakiya kon a li Eyn Îsayê bi silavkirina berxwedana QSD'ê dawî bû
26 kanûn, 2020   15:47
EYN ÎSA

Şandeyên jinan û ciwanan ên bajarê Minbicê  beşdarî çalakiyê yê navçeya Eyn Îsayê bûn û piştgiriya xwe bi berxwedana şêniyên Eyn Îsayê û şervanên QSD'ê nîşan dan.

Ciwanên Minbicê ji têketina rojavayê navçeyê dest bi meşê kirin û ber bi kolan û seranserî navçeyê ve çûn. Di meşê de sloganên "Bijî berxwedana QSD`ê û na ji dagirkeriya dewleta Tirk re" hatin berzkirin.

Hemwextê ku şande ji Minbicê gihaşt navçeyê, derdora bakurê navçeyê dihat topbarankirin. Girseya gel bi hêrs berê xwe dan baregehên Rûsyayê û li pêşiya baregehê çalakî kirin. Her wiha baregeh dan ber keviran.

Çalakiya kon bi xwendina daxuyaniyê bi dawî bû. Endama Kongreya Star a navçeya Eyn Îsayê Xilûd El-Cedûa daxuyanî xwend.

Xilûd El-Cedûa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeya Eyn Îsayê û bêdengiya civaka navneteweyî ya ji êrişan şermezar kirin.

Her wiha piştgiriya xwe bi QSD'ê re nîşan da û got ew ê berxwedana xwe berdewam bikin û bi xaka xwe ve girêdayî bin.

Çalakiya konvedanê 18'ê vê mehê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsayê û xwedîderketina li berxwedana QSD'ê dest pê kir. Ji deverên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana konê  hate kirin û piştgiriya xwe bi berxwedana Eyn Îsayê re hate nîşandan.

(eh)

ANHA