TAJÊ: Leyla Guven sembola berxwedana jinên Kurd e

TAJÊ`ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewleta Tirk xwe li hemberî ruhê azad û aştîxwaz ê jina Kurd Leyla Guven negirt û bi vê bûyera sosret û nehiqûqî bêçaretî û rûreşiya xwe raxist pêş çavên hemû cîhanê.

TAJÊ: Leyla Guven sembola berxwedana jinên Kurd e
25 kanûn, 2020   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî biryara girtina Leyla Guven a heta 22 salan, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Wek tê zanîn ji aliyê dewleta faşîst a dagirker ve careke dîtir jina têkoşer û berxwedêr Leyla Guven hate girtin û cezayê zindanê lê hate birîn. Dewleta faşîst xwe li hemberî ruhê azad û aştîxwaz ê jina Kurd Leyla Guven negirt û bi vê bûyera sosret û nehiqûqî bêçaretî û rûreşiya xwe raxist pêş çavên hemû cîhanê.

Leyla Guven sembola berxwedana jinên Kurd e û dilsoz û şopdara felsefe û fikrnê rêber Apo ye. Ji bo azadiya rêber Apo ya fîzîkî û azadiya hemû girtiyên siyasî, bi fedakarî û îradeyeke pir mezin du sed rojan bedena xwe da ber rojiya mirinê û berxwedaneke bêhempa raber kir. Piştî çalakiya xwe jî bi wêrekî û azweryê berdewam ji bo aştî, yekitî û tifaqa di navbera gelan de kar û xebat kir. Leyla Guven ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo hemû jinên cîhanê li hemberî cinsiyetparêziyê, newekheviyê û bêedaletiya dewletê û mêran tê koşiya, li ber xwe da û li pirsgirêkên jinan û civakê xwedî derket.

Ji roja destpêka ya berxwedana Leyla Guven ve, Kurdên li welêt û derveyî welêt û dostên wan xwedî li berxwedana Leylayê derketin û dilsozî û girêdana xwe bi wê re raber kir. Yê ku bi tenê ma, hate şermezarkirin, rûreş ma û hate tawanbarkirin, dewleta Tirk a faşîst bû.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku her ku diçe dost û hevalbendên Leyla Guven zêde dibin û wiha hate gotin: “Bila dijminê xwînxwar baş zanibe ku wê nikaribe xwe li beramberî kîn, hêrs û întîqama jinên Kurd bigire. Çawa li Şengal û Kobanê berxwedan û îradeya jin û ciwanên Kurd, çeteyên DAIŞ`ê têk bir, wê dewleta Tirk a faşîst jî nikaribe xwe li hemberî berxwedana jin û ciwanên Kurd bigire. Berxwedana Leyla Guven di heman demê de berxwedana hemû jinên Kurd û jinên cîhanê ye. Em hemû Leyla Guven in.”

(cx)