Jinên Tebqayê: Rûs û hikumeta Şamê bi bêdengiya xwe îsbat dikin ku hevkarên dewleta Tirk in

Beşdarên çalakiya konvedanê ya li navçeya Eyn Îsayê destnîşan kir ku hêza garantor Rûsya û hikumeta Şamê bi bêdengiya xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, hevkarên dagirkeriya Tirk in.

Jinên Tebqayê: Rûs û hikumeta Şamê bi bêdengiya xwe îsbat dikin ku hevkarên dewleta Tirk in
25 kanûn, 2020   13:32
EYN ÎSA

Îro jinên ji bajarê Tebqayê ji bo piştgiriya berxwedana şêniyên Eyn Îsayê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a li hemberî êrişên dagirkeran, tev li çalakiya konvedanê ya li Eyn Îsayê bûn.

Şêniyên navçeya Eyn Îsayê û yên kantona Girê Spî pêşwaziya şandeya jinên Tebqayê kir. Çalakiya konvedanê ji 18`ê Kanûnê ve li pêşiya baregeha leşkerî ya Rûsyayê didome.

/kr/uploads/files/2020/12/25/133354_123652_tebqa-jinen-tebqa-28129.webp

Di çalakiyê de endama rêveberiya Meclisa Jinan a Tebqaqyê Semîre El-Elî daxuyanî da û bêdengiya navneteweyî û ya Rûsyayê ya li hemberî êrişên li dijî Eyn Îsayê şermezar kir.

Semîre destnîşan kir ku bêdengiya hikumeta Şamê li hember êrişên dewleta Tirk ruxmî ku êrişî axa Sûriyê dike, îsbat dike ku wê û Rûsyayê ev êriş erê kiriye.  Semîra berxwedana QSD`ê silav kir.

Di dawiyê de Semîre bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî êrişên li dijî Eyn Îsayê bilivin.

Her wiha hemwextî dayîna daxuyaniyê, artêşa Tirk a dagirker derdora navçeyê topbaran kir.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="351" src="https://www.youtube.com/embed/ISYMUHBAaIk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>