Parlamenterên iraqî: Bendava Ilisû gefan li ewlehiya avê ya Iraqê dixwe

Parlamenterên iraqî bikaranîna Bendava Ilisu ji aliyê dewleta Tirk ve rexne kir û diyar kir ku ew gav gefan li ewlehiya avê ya Iraqê dixwe.

Parlamenterên iraqî: Bendava Ilisû gefan li ewlehiya avê ya Iraqê dixwe
25 kanûn, 2020   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Çandiniyê yê Tirk Bekir Pakdemîrlî bi daxuyaniyekê got welatê wî çarşemê dest xebitandina stasyona kehrebeyê ya li Bendava Ilisu ya li ser çemê Dîcle kiriye ku vê yekê metirsiyên gelê Iraqê li ser para welêt ji ava herêmê, çêkir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku stasyona kehrebeyê ya Bendava Ilisu ya bajarê Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê, stasyona çaremîn a mezin li Tirkiyê ye û hate destnîşankirin ku beşeke stasyonê di Gulana borî de hatiye xebitandin.

Her wiha hate diyarkirin ku hemû beşên stasyonê di 23`yê vê Kanûnê de hatine xebitandin û hate gotin ku bi xebitandina stasyonê re dê aboriya welêt bi qasî 2.8 milyar lîreyên Tirkiyê anku bi qasî 365 milyon dolar, bi pêş bikeve.

Îro, parlamanterên iraqî reva hikumeta Tirkiyê ji berpirsiyarên xwe yên netijîkirina Bendava Ilisu ya li ser çemê Dîcle, rexne kir û piştrast kir ku bikaranîna bendavê gefan li ewlehiya avê ya Iraqê dixwe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Bendava Ilisu bû sedem ku 80 hezar kes ji 199 gundan ji cih û warên xwe bibin.

Çalakvanan li ser xetereya bendavê li ser çandiniya Iraqê û bêavmayîna bi milyonan mirovan piştî salên ji rawestandin û derengxistinê, hişyarî dan.

Ji 2017`an ve, ji ber kêmbûna avê li Iraqê tedbîrên wekî qedexekirina çandina hin berhemên çandiniyê û koçberkirina cotkaran, girtin. Her wiha li bajarê Besrayê ji ber tunebûna ava vexwarinê bi mehan xwepêşandan pêk hatin.

Hêjayî gotinê ye ku serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdena Tirkiyê kiribû da ku gelek dozan û di nav de pirsgirêka avê ya di navbera her du welatan de, bi Erdogan re nîqaş bike.

(cx)