Li Lubnanê yekemîn kes bi cureyeke nû ya koronayê ket

Li Lubnanê hat tesbîtkirin ku jineke ku ji Brîtanyayê hatiye, bi cureyeke nû ya vîrusa koronayê ketiye.

Li Lubnanê yekemîn kes bi cureyeke nû ya koronayê ket
25 kanûn, 2020   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê tenduristiyê yê Lubnanê Hemed Hesen ragihand ku li welêt kesek bi cureya nû ya koronayê ketiye ku ji paytexta Brîtanayê Londonê hatibû. Hesen li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Rêwiya ku bi cureya nû ya koronayê ketiye, di 21`ê Kanûnê de derbasî Lubnanê bû.”

Hemed Hesen rêwiyên ku ji Brîtanyayê tên, hişyar kirin ku tedbîrên xweparastinê pêk bînin. Her wiha îşaret pê kir ku Wezareta Tenduristiyê hewl dide kesa nexweş û rêwiyê pê re bişopîne.

Wezîrê Lubnanê bi bîr xistibû ku welatê wî, beşa yekemîn a aşleyê ya şîrketa Pfizer dê di Sibatê de wergire.

Hesen hişyarî ji ferzkirina qedexeya giştî da, heke hejmara nexweş zêde bibe.

Serokê hikumeta Brîtanyayê ragihandibû ku wan cureyeke nû ji vîrusa koronayê dîtiye û dibe ku vegirtina vîrusê bi leztir bike. Hikumeta Brîtanyayê tevahiya pîrozbahiyên cejna Noelê û sersalê betal kirin.

Li gorî pisporên fakulteya Imperial College London cureya nû ya Covid-19’ê ji sedî 70 lezhîntir belav dibe.

(şx)