Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên navendên lêkolînên jineolojiyê

Navendên lêkolînên jineolojiyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo xebatên xwe girîngî da lêkolînên li ser koçberî, tundî û azarên civakê bi giştî ku di sala 2020`an de derketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên navendên lêkolînên jineolojiyê
23 kanûn, 2020   02:26
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Navendên lêkolînên jineolojiyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pirsgirêkên jinan bi fikreke li gorî azadiya jinan çareser dikin. Navendên Lêkolînên Jineolojiyê destpêkê girîngiyê didin lêkolînên li ser pirsgirêkên civakên di bin desthilata mêran de û sînorkirina fikrên mirovan, ji bo vê yekê jî lêkolînan li ser civakê çêdikin.

Di sala 2020`an de navendên lêkolînên jineolojiyê li gorî pêwîstiya civakê dest bi xebatê kir. Di 9`ê Cotmeha sala par de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û bi sed hezaran şêniyên wan herêman bi darê zorê ji warê xwe hatin koçberkirin. Ji lew re Navendên Jineolojiyê li ser mijara koçberiyê lêkolîn kirin.

Lêkolîn li gorî van pirsan hatin kirin; civatên koçber çi êş û azaran dikişînin? Çareseriyên ji bo bidawîkirina azarên wan çi ne? Çarenûsa civaka ku hatiye koçberkirin wê bi çi rengî be?

Navendên lêkolînên jineolojiyê beşeke lêkolînên xwe ji rewşa jin û zarokên koçber ên li kampên koçberiyê dimînin re, vediqetînin. Ew lêkolîn li gorî her bajarekî ku şêniyên wê hatine koçberkirin, tên kirin.

JI BER PANDEMIYA KORONAYÊ GELEK PIRSGIRÊKÊN CIVAKÎ Û MALBATÎ DERKETIN

Di 2020`an de ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) li seranserê cîhanê û li herêmê qedexeya derketina derve hate ferzkirin. Di wê demê de ji ber ku şênî demeke dirêj di malê de man, gelek pirsgirêkên civakî û malbatî û bûyerên tundiya li dijî jinan û tundiya malbatî derketin. Navendên Lêkolînên Jineolojiyê yên li herêmê di lêkolînên xwe de sedemên derketina wan pirsgirêkan û bandora wan li aliyê derûnî de şîrove kir ku bûyerên tundiya fîzîkî û derûnî li dijî jinan û zarokan hîna jî berdewam dikin.

Di 2020`an de her wiha bûyerên xwekuştina jinan zêde bûn. Navendên lêkolînên jineolojiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew mijar wek erkeke sereke ji xwe re girt û di wê derbarê de li ser sedem û çareserkirina diyardeya xwekuştinê lêkolîn kirin.

Navendên lêkolînên jineolojiyê yên li herêmên ku piraniya şêniyên wê ji pêkhateya Ereb in, wekî bajarê Minbicê, lêkolînên xwe li ser pirsgirêkên civaka Ereb û pêşketinên ku tê de çêbûne, kirin.

Piştî ku navendên lêkolînên jineolojiyê lêkolînên xwe bi dawî dikin, encamên lêkolînan bi rêya semîner, belge û perwerdeyan radighînin û li nava civakê tên belavkirin.

TÊKILIYÊN BI ZANÎNGEHAN RE

Di Zanîngeha Rojava de zanista jineolojî beşeke Fakulteya Wêje û Zanistên Civakî ye. Di 2020`an de jineolojî wek materyal di hemû fakulte û peymangehên Zanîngeha Rojava de ket meriyetê.

Her wiha di vê salê de xwendekarên beşa jineolojiyê têkilî bi Zanîngeha EmdenLeer Almanya ya almanî re danîn û li ser gelek mijaran nîqaş dikin.

KOVARA JINEOLOJIYÊ BI ZIMANÊ EREBÎ

Piştî ku kovara ‘Jineolojî’ bi zimanên kurdî, tirkmenî û zaravayê soranî derket, hejmara yekemîn a kovarê bi zimanê erebî jî hate derxistin.

Di kovarê de mijarên çareserkirina pirsgirêkên civakî û pirsgirêkên jinan û hemû cureyên tundiya li dijî jinan tên nirxandin. Her wiha balê dikişîne ser pêşketina jinan, sosyolojiya femînîzmê, zanistên civakî, şoreşa jinan û rewşa jinên êzidî.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FZWj31zD3D4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>