Li Holê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin şermezarkirin

Li navçeya Holê jî bi meşeke girseyî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeyên Eyn Îsa û Til Temirê û bêdengiya Rûsya ya li hemberî van êrişan hatin şermezarkirin.

Li Holê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin şermezarkirin
Li Holê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin şermezarkirin
Li Holê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin şermezarkirin
Li Holê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin şermezarkirin
22 kanûn, 2020   15:25
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Holê ya kantona Hesekê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeyên Eyn Îsa û Til Temirê meşiyan.

Meş ji pêşiya Qada Giştî ya navçeyê dest pê kir û bê navber diruşmeyên banga yekitiya pêkhateyan û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker hatin berzkirin.

Meş li pêşiya çerxerêya sereke ya navçeyê veguherî mîtîngê. Piştî deqeya rêzgirtin, li ser navê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Holê hevserokê nivîsgehê Xalib Hisên axivî.

Hisên bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk  şermezar kir û got, Rûsya zextê li QSD'ê dike da ku navçeya Eyn Îsayê radestî hikumeta Şamê bike.

 Hisên destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji van êrişan têkbirina ewlehiya herêmê ye û qurkirina herêmên bakurê Sûriyê ji rojhilatê wê ye.

Xalid Hisên got: "Em pêkhateyên Sûriyê bang li welatên hevalbend dikin ku bi gelê Sûriyê re bin, herkîna xwîna sivîlan û guhertina demografyaya herêmên dagirkirî rawestînin."

Bi navê Meclisa Navçeya Holê, hevseroka meclisê Sacîda Hesen jî axivî û diyar kir ku armanca plan û komployên têkbirina projeya demokratîk a herêmê ye.

Sacîda di dawiya axaftina xwe de bang li hemû pêkhateyên gelên herêmê kir ku rastiya rejîma Tirk û siyasetên wê yên dijber nas bikin û eniyeke xurt ava bikin da ku kiryar û planên dewleta Tirk ên li herêmê teşhîr bikin.

Her wiha bang li gelên herêmê kir ku li hemberî êrişên dagirkeriyê li ber xwe bidin û parastina herêmê bikin.

Di dawiya mîtîngê de diruşmeyên silavkirina berxwedana QSD'ê hatin berzkirin.

ANHA