Dewleta Tirk bi rêya MÎT’ê çekan derbasî herêmê dike

Di encama operasyona ku ji aliyê Hêzên Taybet ên  girêdayî Asayîşa bajarê Kobanê ve pêk hat de, hin çekên ku ji Tirkiyê bi rêya hûcreyên veşartî re derbasî herêmên Rêveberiya Xweser dibû hatin girtin.

 Dewleta Tirk bi rêya MÎT’ê çekan derbasî herêmê dike
22 kanûn, 2020   15:16
KOBANÊ

Di van demên dawiyê de dewleta Tirk a dagirker li kêleka hemû êrişên ku li ser herêmê pêk tîne hewl dide ku gelek sîxurên xwe derbasî  herêmên di bin destê QSD`ê de zêde bike da ku tevliheviyê  derxîne.

Di encama oparasyona ku ji aliyê Hêzên Taybet ve li herêma Reqayê pêk hat hin çekên NATO'yê yên ku bi rêya hin kesan ve  derbasî herêma Reqa û Dêrazorê bûne û radestî  hûcreyên veşartî yên çeteyên dewleta Tirk bûne, hat girtin.

Der barê mijarê de yek ji endamên Hêzên Taybet ên Asayîşê yê bi navê (D.M) wiha got: “Piştî hin lêgerînên istixbaratî agahî ji me re hat ku li bajarê Reqa li taxa Mişlib hin hûcreyên veşartî yên çeteyan hene, em çûn wê taxê û me oparasyonek pêk anî, di encamê de me hejmarek çek girtin.”

 ÇEK LI HÛCREYÊN VEŞARTÎ YÊN DEWLETA TIRK BELAV DIBIN

Endamê Hêzên Taybet (D.M) diyar kir ku piştî lêgerînê hate zanîn ku ew çek derbasî herêmên Dêrazor û Reqayê dibin û li hûcreyên veşartî yên çeteyan tên belavkirin û got: “Çekên ku tên ji hûcreyên veşartî re yên  dewleta Tirk e, dewleta Tirk dixweze  ku careke dîtir çeteyên DAIŞ`ê di herêmê de zindî bike û wan careke dîtir li dijî QSD`ê rake da ku tevliheviyê di herêmê de derxe.”

Endamê Hêzên taybet (D.M) di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku ew ê herêmê ji hemû hûcreyên veşartî yên girêdayî dewleta Tirk û çeteyên wê paqij bikin.

Hêjayî gotinê ye ew bûyera ku  beriya demekê li herêma Dêrazorê derket û hin kes li dijî QSD`ê rabibûn û bi çekên NATO yê êriş kiribûn ew jî hûcreyên veşartî yên dewleta Tirk bûn.

ANHA