Şêniyên Girkê Legê û Ceza êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê û bajarokê Ceza yê gundewarê Til Hemîsê ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser navçeya Eyn Îsayê, meşiyan.

Şêniyên Girkê Legê û Ceza êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Girkê Legê û Ceza êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Girkê Legê û Ceza êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Girkê Legê û Ceza êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Girkê Legê û Ceza êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
22 kanûn, 2020   14:46
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser navçeya Eyn Îsa û herêmên Bakur û Rojhliatê Sûriyê, Meclisa Navçeya Girkê Legê û bajarokê Ceza yê girêdayî gundewarê navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo, du xwepêşandanên li dar xistin.

Bi sedan şêniyên Girkê Legê û gundên girêdayî wê ji qada şehîd Xebat ve dest bi meşa xwe kirin û di kolanên sereke yên navçeyê re geriyan.

Di meşê de dirûşmên şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk û silavkirina berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk hatin berzkirin û pankertên bi nivîsên “Na ji bêdengiya navneteweyî li hemberî kiryarên dewleta faşîst li dijî gelê Kurd re, na ji dagirkeriya Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re” hatin rakirin.

Meş li navarasta navçeyê rawestiya û deqeyekê rêz hate girtin. Piştre hevserokê Meclisa Navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser navçeya Eyn Îsa, îradeya gelê azad û projeya netewa demokratîk dike armanc.

Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedana Eyn Îsa bi dawî bû.

Meşa li bajarokê Ceza yê navçeya Til Hemîsê ji pêşiya navenda Şaredariya Gel dest pê kir. Meşvanan bi yekdengî siloganên “bi can, bi xwîn em bi te re Eyn Îsa, Bijî rêber Ocalan” berz kirin.

Beşdaran alên YPG, YPJ, PYD û wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsên “Na ji dagirkeriya Tirk ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re” , “Jin jiyan e, jiyanê nekujin” û “Na ji guhertina demografiya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re” rakirin.

Meş li pêşiya avahiya meclisa bajarokê veguherî mîtîngê. Piştî deqeyeke rêzgirtin, endama rêveberiya Kongreya Star a bajarok Fatima El-Yûsif aixvî û destdirêjiya dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî li ser navçeya Eyn Îsa şermezar kir û teqez kir ku ev destdirêjî bi erêkirina Rûsya pêk tên da ku zextê li QSD`ê bike ku herêmên Sûriyê radest bike.”

Hevserokê Şaredariya Gel a bajarokê Ceza Serhan Iwênan jî diyar kir ku Ceza, Eyn Îsa, Şengal û Rojava ye û ew dijminahiya li ser Eyn Îsa red dikin.

Mîtîng bi dirûşmên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Eyn Îsa bi dawî bû.

(cx)

ANHA