Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat binçavkirin

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku îro derbarê wê de biryara girtinê hatibû girtin, hat binçavkirin.

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat binçavkirin
21 kanûn, 2020   21:26
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ji ber hin dozên berê 22 sal û 6 meh ceza li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatibû birîn. Piştî ceza hat birîn, polîs bi şev çûn mala Leyla Guven ya li navçeya Peyas a Amedê û ew binçav kirin. 

Hat ragihandin ku polîsan ji bo kontrolkirinê Leyla Guven birine nexweşxaneyê û gelek kes li ber nexweşxaneyê kom bûye. 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SCOqlX7RB4U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>