''Ramana erênî û neynî'' mijara panela Meclisa Jinan a Sûriyê bû

Meclisa Jinan a Sûriyê têkildarî ramanên erênî, neynî û bandora wan li ferdên civakê panelek li Minbicê dar xist.

''Ramana erênî û neynî'' mijara panela Meclisa Jinan a Sûriyê bû
''Ramana erênî û neynî'' mijara panela Meclisa Jinan a Sûriyê bû
''Ramana erênî û neynî'' mijara panela Meclisa Jinan a Sûriyê bû
''Ramana erênî û neynî'' mijara panela Meclisa Jinan a Sûriyê bû
21 kanûn, 2020   16:33
MINBIC

Panel li hola Meclisa Jinan a Sûriyê bi beşdariya endamên meclisên gund û bajarê Minbicê hate lidarxistin.

Panel ji du mijaran pêk dihat, ya yekemîn pênaseya ramana neynî û taybetmeniyên wê û encamên wê û ya duyemîn jî ji ramana erênî û rêbazên xurtkirina wê bû.

Panel bi rêzgirtinê dest pê kir û ji aliyê Endama Rêveber a Meclisa Jinan a Sûriyê Rula Osman  ve hat birêvebirin. Rula Osman têkildarî mijara yekemîn a panelê "Pênaseya ramana neynî, taybetmendî û encamên wê" wiha got: "Bêhêvî, mezinkirin û nepixandina helwestan e girêdayî ramanê neyinî. Di encamê de xeyalek ligel mirovî çêdibe ku dihêle ji netiştekî rastiyeke bê guman çêke. Em dibînin ku serkeftinên pîşesazî yên xwedan nêrînên neyinî lawaz in."

Der bare rêbazê veguherandina ramanên neynî bi ramanên erênî, Rula Osman destnîşan kir ku u divê her ferdek kêliyekê nefikire da ku mêjî rihet bibe ku rêya rast hilbijêre, tiştan bi nêrîneke erênî bibîne û pêşketinê bi xwe re çêke.

Rula Osman da zanîn ku rêbazên xurtkirina ramana erênî û xilasiya ji ramanê neyinî û bêhêviyê bawerî û spasdarî ye.

Panel bi nîqaşan bi dawî bû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9Z-f3sINwVI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>