David Schenker gefa ferzkirina cezayan li Lubnanê xwar

Rojnameya El-Exbar a Lubnanê ragihand ku alîkarê wezîrê karên derve yê Amerîkayê yê rêveberiya Donald Trump David Schenker gefa cezayên din li dijî Lubnanê xwariye.

David Schenker gefa ferzkirina cezayan li Lubnanê xwar
21 kanûn, 2020   10:22
BEYRÛT

Li gorî rojnameyê wê ceza li ser kesayetên nêzî çîna siyasî ya desthilatdar werin ferzkirin.

Gelek derdoran ev gava Amerîkayê wek hesabxwestineke dereng ji kesayetên ku siyasetên Amerîkayê tam pêk neanîn, di serî de serokê erkdar Seed El-Herîrî, şîrove kir.

Li gel gefên Amerîkayê, hinek aliyên ewropî bi awayekî eşkere bal dikişînin ser mekanîzmayên ferzkirina cezayan ji hêla Yekitiya Ewropayê (YE) ve.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) îsal rêzeceza li dijî fermadarên Hizbullahê û hêzên girêdayî wê ferz kirin.

Wezareta Xezîneyê ya DYA’yê cezayên diravî li ser siyasetmedarê lubnanî û zavayê serokkomarê Lubnanê Mîşêl Ewn û hevalbendê Hizbullahê Cibran Besîl ferz kiribûn.

(şx)