Yewnanistan: Dê cezayên li dijî Tirkiyê berfirehtir bibin

Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias got cezayên YE’yê û DYA’yên li dijî dewleta Tirk pêngava yekemîn e û ihtîmaleke mezin heye ku dê ceza li dijî ferd û saziyên dîtir jî pêk bên.

Yewnanistan: Dê cezayên li dijî Tirkiyê berfirehtir bibin
19 kanûn, 2020   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîr Karên Derve yê Yewnanistanê ji Ajanasa Nûçeyan a Yewnanistanê re axivî û destnîşan kir ku dê cezayên Amerîkayê yên li dijî dewleta Tirk dê bi demê re eşkere bibin û ew peyameke bihêz û eşkere ye.

Dendias wiha domand: "Em bi hêvî ne ku beşdariya DYA’yê li rojhilatê Deryaya Spî kûrtir be. Ji ber ew bepirsê wê ye, da ku aştî û aramî li herêmê pêk were."

(fr)