Çalakvanên greva birçîbûnê: Berî her kesî mafê Rêbertiya me heye ku di nava gelê xwe de bijî

Greva birçîbûnê ya ku ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û têkbirina zordariya li zîndanan hatibû destpêkirin, di roja 23`yan de didome.

Çalakvanên greva birçîbûnê: Berî her kesî mafê Rêbertiya me heye ku di nava gelê xwe de bijî
19 kanûn, 2020   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN 

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina zordariyên li girtîgehan, ji aliyê gitiyên PKK'ê û PJAK'ê ve di 27`ê Mijdarê de hatibû destpêkirin, di roja  23`yan de bi koma 5`emîn didome.

‘HETA BIGIHÊJIN ARMANCÊN XWE…’

Li Girtîgeha Jinan a Sîncan Dîber Tanrikûlû li ser çalakiyê ev peyam da:

“Armanca çalakiya me rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me û azadiya wî ya fîzîkî ye. Berî her kesî mafê Rêbertiya me heye ku di nava gelê xwe de bijî. Ji bo vê jî tişta ji destê me bê em ê bikin. Çalakiya me heta bigihêje armancên xwe wê dom dike. Em bi bawer in ku wê çalakiya me encameke mezin a serketî bi xwe re bîne. Divê her kes destê xwe bixe bin kevir. Em bi hev re vî barî rakin û bigihînin serketinê.”