​​​​​​​HPG: Bila kes baweriya xwe bi nûçeyên derew neyne

HPG'ê têkildarî nûçeyên li hin saziyên çapemeniyê û hesabên medyaya dîjîtal ku îdia dikin li ser rêya Sîdekanê bombe hatine bicihkirin, daxuyaniyek da û got "Bila kes baweriya xwe bi nûçeyên derew neyne."

​​​​​​​HPG: Bila kes baweriya xwe bi nûçeyên derew neyne
18 kanûn, 2020   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Hin organên çapemeniyê û hesabên medyaya dîjîtal îdia kir ku PKK'ê bombe li ser rêya bingehîn a nehiya Sîdekanê bi cih kirine. Ev nûçeyên hatine weşandin nûçeyên bi zimanê medyaya şerê taybet hatine amadekirin, nûçeyên şaş û derew in. Dost û dijmin her kes dizane ku hêzên me yên gerîla tu carî nekeve nava hewldaneke bi vî rengî ya li hemberî gelê xwe. Nûçeyên bi vî rengî yên derew ên li dijî tevgera me, xizmetê ji armancên provokatîf re dikin. Divê dest ji hewldanên bi vî rengî bê berdan ku ne li gorî berjewendiyên gelê Kurd in. Bila gelê me û bi taybetî jî xelkê herêmê baweriya xwe bi nûçeyên wiha derew û provokatîf neyne."