Li Efganistanê di teqînekê de 15 sivîl hatin kuştin

Wezareta Karên Hundir a Efganistanê ragihand ku îro li wîlayeta Xeznî ya rojahilatê welêt teqînek pêk hatiye û di encamê de 15 sivîl hatine kuştin û 20 kes jî birîndar bûne.

Li Efganistanê di teqînekê de 15 sivîl hatin kuştin
18 kanûn, 2020   13:13
 NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê wezaretê Tariq Aryan piştrast kir ku motorsîklêteke bombebarkirî li pêşiya malekê li gundekî herêma Kêlan a girêdayî wîlayeta Xeznî ya rojhilatê Efganistanê, hatiye teqandin.

Heta niha tu aliyan berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe.

Ji beriya gelek salan ve li Efganistanê tundî zêde bûye û ji ber wê yekê aboriya welêt têk çûye û binesazî bi temamî hatiye rûxandin, her wiha gelek welatiyên Efganistanê koçberî welatên din bûne.

(cx)