Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Ferhad Efrîn re xwest

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sersaxî da malbata şehîd Ferhad Efrîn û tekez kir ku ew ê heta dawiyê rêya şehîdan bişopînin.

Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Ferhad Efrîn re xwest
Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Ferhad Efrîn re xwest
Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Ferhad Efrîn re xwest
Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Ferhad Efrîn re xwest
Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Ferhad Efrîn re xwest
Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Ferhad Efrîn re xwest
Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Ferhad Efrîn re xwest
Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Ferhad Efrîn re xwest
Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Ferhad Efrîn re xwest
18 kanûn, 2020   12:26
 HELEB

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên bajarê Helebê berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Hisên Îbiş (Ferhad Efrîn) ku di encama nexweşiyê de şehîd bûbû. Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd a li taxa Şêxmeqsûd hatiye vedan.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan û meclis û komînên her du taxan axaftin hatin kirin.

Axaftvanan sersaxî da malbata şehîd Ferhad Efrîn ku cenazeyê wî duh li goristana şehîdan a herêma Şiqeyif a Helebê hatibû veşartin, her wiha bal kişand ser fedakariyên şehîdan ên di oxira rizgarkirina herêmê û avakirina civakeke azad û demokratîk de.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku şehîd Ferhad ji kesên destpêkê bû ku beşdarî parastina xak û gelê xwe bû û bi fedakariyeke mezin erk û berpirsyarên xwe pêk anîn.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Bêrîtan Serbel wesîqeya şehadetê xwend. Merasîma sersaxiyê bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(cx)

ANHA