Şaredariya Gel taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dezenfekte dike

Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê hemleya dezenfektekirina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê didomîne. Di wê çarçoveyê de şaredariyê avahî û saziyên taxê dezenfekte kirin.

Şaredariya Gel taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dezenfekte dike
Şaredariya Gel taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dezenfekte dike
Şaredariya Gel taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dezenfekte dike
18 kanûn, 2020   12:22
HELEB

Şaredariya Gel di çarçoveya hewldanên rêgirtina li pêşiya belavbûna vîrusa koronayê de, xebatên dezenfektekirina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê didomîne.

Şaredariyê piştî dezenfektekirina dibistanan, vê sibê avahiyên saziyên sivîl û navendên li her du taxan dezenfekte kirin.

Endama rêveberiya Komîteya Fenî ya Şaredariya Gel Xatûn Henan got: “Ji bo parastina şêniyên taxê piştî belavbûna vîrusa koronayê li herêmê, hefteya borî me dibistanên taxê dezenfekte kirin. Îro jî me saziyên sivîl dezenfekte kirin.”

Xatûn bang li şêniyan kir ku mask û lepikan bi kar bînin, mal û taxên xwe paqij bikin.

Tê payîn ku xebatên dezenfektekirinê li her du taxan bidomin.

(şx)

ANHA