Rojnameyên erebî: Hêzên Rûsya li ser sînorê Sûriye-Iraqê bi cih bûn

Rojnameyên erebî yên îro behsa bicbûna hêzên ser bi Rûsya ve li ser sînorê Sûriye-Iraqê û destwerdana dewleta Tirk li Somal û Lîbyayê kirin.

Rojnameyên erebî: Hêzên Rûsya li ser sînorê Sûriye-Iraqê bi cih bûn
18 kanûn, 2020   08:08
NAVENDA NÛÇEYAN

‘KOMÊN SER BI RÛSAY VE LI GUNDEWARÊ BOKEMALÊ BI CIH BÛN’

Destpêkê girêdayî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Komên alîgirên Rûsyayê li gundewarê Bokemal ê parêzgeha Dêrazorê ya rojhilatê Sûriyê bi cih bûn. Ji dema destewrdana yekser a Rûsya li Sûriyê di dawiya 2015`an de, ev cara yekemîn ku hêzên ser bi Rûsya ve li nêzî sînorê Iraqê bi cih dibin.”

Duh, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku “Feyleqa 5`an ku piştgiriya xwe ji Rûsyayê digire, li gelek nuqteyên li ser sînor ên nêzî bajarê Bokemal ê rojhilatê parêzgeha Dêrazorê bi cih bûn.” SOHR`ê her wiha eşkere kir ku hin komên girêdayî Îranê (Tevgera Nuceba, Hizbullah a Iraqê, El-Ebdal) nuqteyên xwe radestî hêzên ser bi Rûsyayê ve kirin, ku ew yek piştî lihevkirina Moskov û Tehranê pêk hat. Çavkaniyan piştrast kir ku hêzên Rûsyayê beriya hefteyekê li navarasta bajarê Bokemal ê di bin serweriya hêzên Îranê de, baregeheke xwe ava kirin.

Di heman derbarê de, wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hempîşeyên wî yên Sûriyê Feysal Miqada duh li Moskovê, makenîzmayên xurtkirina têkiliyên her du welatan û pêkanîna peymanên berê, nîqaş kirine.

‘ERDGOAN LI LÎBYAYÊ, ALIYÊN NAVNETEWEYÎ ŞANTAJ DIKE’

Rojnameya El-Beyan jî derbarê rewşa Lîbyayê de wiha nivîsî: “Heke serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hêz û çeteyên xwe li Lîbyayê hiştin, divê li ser xaka Lîbyayê bi şerê bi aliyên navneteweyî re rû bi rû bimîne. Ji ber ku biryara Erdogan ya hiştina hêza xwe ya leşkerî li Lîbyayê heta 18 mehên din, tê wateya binpêkirina biryarên navneteweyî, peymana Cinêvê, encamên kongreya Berlîn û Qahîreyê û encamên civînên diyaloga nîştimanî ya Lîbyayê.”

Çavdêran diyar kir ku ew ji biryara Erdogan ya dirêjkirina mayîna hêza xwe ya leşkerî li Lîbayê ku pêşkêşî parlamantoya Tirkiyê kiriye şoq mane, ku hîna lihevkirina di navbera Tirkiyê û serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac de ji aliyê parlamantoya Lîbyayê ve nehatiye qebûlkirin.

`ÇAVÊ DEWLETA TIRK LI SOMALÊ YE`

Derbarê tevgerên dewleta Tirk li Somalê de, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Ji ber şandina dewleta Tirk miqadareke mezin ji çekan ji Maqadîşoyê re hemwextî aloziya siyasî ya ji ber taloqkirina hilbijartinan, opozîsyona Somalê bi fikar e ku serok Mihemed Abdullah Mihemed ê alîgirê Enqereyê çekan li dijî opozîsyonê bi kar bîne, opozîsyonê biçewisîne û bi encamên hilbijartinên bê bilîze.”

Opozîsyonê bi bîr xist ku wê nameyek ji dewleta Tirk re şandiye, ku çekan ji yekîneya taybet a polîsan re neşîne. Li aliyekî din jî li Somalê aloziyeke siyasî heye, bi taybetî piştî ku opozîsyonê roja sêşemê li dijî serokê welêt li Maqadîşoyê, ji ber taloqkirina hilbijartinên meclisên parlamantoyê xwepêşandanek li dar xist.

Dihat payîn ku hilbijartin di vê mehê de bên lidarxistin, lê piştî nakokiyên li ser avakirina komîteya hilbijartinan ev plan betal bû.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di salên dawîn de bû hevalbendekî nêz ê hikumeta Somalê. Enqereyê li Somalê dibistan, nexweşxane û binesazî ava kirin û stîpendên (burs) xwendinê ji xwendekarên somalî re peyda kir. Her wiha di sala 2017`an de li derveyî Maqadîşoyê mezintirîn baregehên xwe yên leşkerî yên li derve ava kir.

Çavdêrên rewşê dibînin ku baregeha Tirkiyê li Maqadîşoyê, nîşaneya belavbûna dewleta Tirk li herêmê ye û bi wê yekê armanc dike ku hêzeke leşkerî ya Somalê ya nêzî xwe ava bike. Anku dikxwaze hêza xwe ya aborî û jeo-siyasî li beşeke hesas ê rojhilatê Afrîkayê xurt bike.

(cx, şx)