Li Dêrazorê komxebata “Diyalogên furatî ber bi beşdarbûna civakî ya aktîv ve"

Navenda Sûrî ya Lêkolîn û Diyalogan bi diruşmeya "Diyalogên furatî ber bi beşdarbûna civakî ya aktîv ve" komxebatek li dar xist. Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê diyar kir ku ewê encamên komxebatê radestî aliyên têkildar bide da ku werin lêkolînkirin û pêkanîn.

Li Dêrazorê komxebata “Diyalogên furatî ber bi beşdarbûna civakî ya aktîv ve"
Li Dêrazorê komxebata “Diyalogên furatî ber bi beşdarbûna civakî ya aktîv ve"
Li Dêrazorê komxebata “Diyalogên furatî ber bi beşdarbûna civakî ya aktîv ve"
Li Dêrazorê komxebata “Diyalogên furatî ber bi beşdarbûna civakî ya aktîv ve"
Li Dêrazorê komxebata “Diyalogên furatî ber bi beşdarbûna civakî ya aktîv ve"
Li Dêrazorê komxebata “Diyalogên furatî ber bi beşdarbûna civakî ya aktîv ve"
17 kanûn, 2020   17:59
DÊRAZOR

Komxebat li hola civînana a Meclisa Sivîl a Dêrazor hate lidarxistin. Şandeya ji wezareta derve ya Amerîkayê, Koalîsyona Navneteweyî, endamên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê, nûnera Komîteya Jin û rêxistinên civaka sivîl ên Dêrazorê di komxebatê de amade bûn.

Ev komxebat, piştî 20 komxebatên ku saziyên civaka sivîl ji şêniyên herêmên Dêrazorê li dar xistibûn, pêk hat.

Komxebat ji aliyê parêzer Tariq Mistefa, Dr. Nasir Mensûr û nûnerên Navenda Sûriyê ya Lêkolîn û Diyalogan ve hat birêvebirin.

Dr. Nasir Mensûr destpêkê behsa dîrok û erdîngarî û niştecihên Dêrazorê kir û diyar kir ku armanca wan ji van komxebatan ew e ku li daxwazên şêniyan guhdar bike û bi amadebûna xwediyên biryarê yên rêveberiya xweser û nûnerên QSD'ê yên li Dêrazorê çareserî û zelabûnê dabûn bikin ku xetên guhertin û ewlehî û aramiyê werin xêzkirin.

Nûnerê rêxistina Marî ya Geşkirinê, Qusey El-Ekbai jî axivî û girîngiya rola komxebatên ku rêxistinan bi şêniyan re li dar xistin, destnîşan kir û got, armanca wan ew ku têkilî di navbera rêveberî û niştecihan de xurt bibe û operasyonên li dijî şaneyên veşartî werin şopandin.

Qusey El-Ekabai destnîşan kir ku pêwîste rêveberiya xweser û sivîl û rêxistinên civaka sivîl di pêşxistina civaka xwecihî û xurtkirina têkiliyên niştecihan de şirîkên xurt bin.

Piştre derbarî rewşa siyasî, aborî, xizmetguzarî û ewlehî de û rêbazên çareserkirina pirsgirêkan de nîqaş hate kirin. Di dawiyê de wekî encamên komxbatên ku li Dêrazorê hatin lidarxistin, daxwazên şêniyan hatin rêzkirin:

"Pêwîste efûyeke giştî ji bo muxalifên siyasetên rêveberiya sivîl were derxistin, ji bo xwepêşandanên aştiyane destûr bê dayîn, qeydên li ser panelên fikirî bên rakirin, banga lidarxistina kongreyeke giştî ji bo tevahî herêmên Rêveberiya Xweser, kursiyên şêniyên Dêrazorê di Rêveberiya Xweser de were şîrovekirin û rola (Şêwirmendan) li herêmên û erkên wan werin diyarkirin, meclisên xwecihî werin xurtkirin û rê li ber belavkirina çekan were girtin, deriyên avî yên bi herêmên hikumeta Şamê û milîsên Îranê re werin kontrolkirin, çavdêriya li saziyên Rêveberiya Xweser ên Dêrazorê were xurtkirin û piştgriya projeyên aborî were kirin, erkên meclisên xwecihî werin berfirhekirin û bi rêya hilbijartinan ji nû ve werin sazkirin, her wiha  elaqe bi rola jin û ciwanan were kirin û beşdarî hemû qadan werin kirin".

Di dawiya komxebatê de, daxwazên şêniyên ku hatin tomarkirin, radestî hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif hatin kirin. Yûsif got: "Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê piştgiriyê dide encamên van komxebatan û dê pêşkêşî Meclisa Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike da ku tevlî encamên Kongreya Şêniyên Cizîrê û Firatê were kirin ku ji aliyê komîteya şopandinê ve were lêkolînkirin û çareserkirin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Pqy3d_Nv-Y8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>