Ji TEV-DEM’a Tirbespiyê: Divê PDK’ê li yekitiya Kurd vegere

Şaxê TEV-DEM’ê ya navçeya Tirbespiyê bang li PDK’ê kir ku li yekitiya Kurd vegere.

Ji TEV-DEM’a Tirbespiyê: Divê PDK’ê li yekitiya Kurd vegere
16 kanûn, 2020   14:55
QAMIŞLO

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a navçeya Tirbespiyê daxuyaniyek der barê bûyer û xwepêşandanên li bajarên Başûrê Kurdistanê, da.

Endamê TEV-DEM’ê Abdulhelîm Îsmaîl daxuyanî li pêş navenda Yekitiya Kedkaran a herêma Cizîrê ya navçeya Tirbespiyê xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sedemên xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê, di encama redkirina gel a peymana li dijî Şengalê ye. Tevî cudahî û tunebûna têkiliya di navbera her du bûyeran de, lê sedema yek e. Li Şengalê meş û protestoyên bi piştgiriya bi Rêveberiya Xweser a Demokratîk, YBŞ’ê û Asayîşa Êzidxan re li dar dikevin. Sedema wan meş û ptotestoyan jî peymana li dijî YBŞ’ê ye, ji ber ku hêzên Iraq û hêzên PDK’ê wê hêzê ne rawa dibînin û dixwazin li şûna wê bigirin."

Abdullah Îsmaîl bi rêya daxuyaniyê bang li PDK’ê kir ku pêwîstî bi vegera li yekitiya Kurd, dabînkirina xwestên gel çi li Başûr çi li Şengalê dibe û berê xwe bide ber bi lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya Kurdistanê.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/nmOFHeu09Qg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>