Di encama êrişa Talîbanê de 13 endamên ewlekariyê hatin kuştin

Dezgehên çapemeniyê yên Efganistanê eşkere kir tevgera Talîbanê êrişî bakurê rojhilatê welat kir û 13 endamên hêzên ewlekariyê hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.

Di encama êrişa Talîbanê de 13 endamên ewlekariyê hatin kuştin
16 kanûn, 2020   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbatên birîndar û qurbaniyan ji kanala Aryana News re diyar kir ku tevgera Talîban vê sibê êrişî bendekî ewlekariyê kiriye.

Kanalê eşkere kir ku êriş li herêma Wezîr Ebas a bajarê Bolî Xemrî pêk hatiye.

Li gorî agahiyan, 13 endamên ewlekariyê hatine kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûne, lê desthilata herêmê têkildarî hejmara qurbaniyan tu daxuyanî nedan.

Di dawiya meha Sibatê de piştî ku zêdetirî 18 salên şer, DYA û tevgera Talîbanê li Qeterê peymana aştiyê mohr kiribû.

(eh)