Meclisa Gel a Sûriyê qutkirina avê ji ser Hesekê şermezar kir

Meclisa Gel a Sûriyê qutkirina avê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li ser Hesekê, şermezar kir û bang li NY, parlamantoyên erebî, herêmî û navneteweyî kir ku dawî li sûcên dewleta Tirk bînin.

Meclisa Gel a Sûriyê qutkirina avê ji ser Hesekê şermezar kir
16 kanûn, 2020   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA daxuyand ku serokê Meclisa Gel Hemûda Sebax bi  navê Meclisa Gel  37 name ji sekreterê giştî yê NY`yê, serokên yekitiyên parlamantoyên ên navnetewayî, parlamantoyên herêmê û yên Ereban re pêşkêş kirin. Di nameyan de qutkirina avê ji aliyê artêşa Tirk li ser Hesekê şermezar kir û bang li aliyan kirin ku zextê li Tirkiyê bikin da ku  dawî li vê sûcdariyê bîne.

Hemûda Sebax di nameyên xwe de  got: "Em wek Meclisa Gel sûcên dewleta Tirk ên qutkirina ava stasyona Elok ku çavkaniya sereke ya ava milyonek kesên ji Hesekê û  derdora wê ye, şermezar dikin."

Hemûda Sebax di nameyê de bal kişand ser dagirkirina dewleta Tirk ji herêma Serêkaniyê re ku stasyona Elok li wir e û wiha name berdewam kir: "Ji destpêka rejîma Tirk herêma Serêkaniyê dagirkiriye, ev 17 care ku avê qut dike, êdî tu  kes nikare li hemberî binpêkirinên mafên mirovan ên li Hesekê û derdora wê bê deng be."

Hemûda Sebax di nameyê de piştrast kir ku artêşa Tirk avê ser welatiyên Sûriyê qut dike, da ku berjewendiyên siyasî û  leşkerî qezenc bike û wiha domand: " Lê em vê yek wekî sûcekî şer dibînin, heta ji bo pîvanên navneteweyî jî  binpêkirina qanûnan e û dermirovî û exlaqî ne."

Hemûda  Sebax di nameyên xwe de bang li NY, nûnerên dewletên endamên rêxistinê, serokên yekitiyên parlamantoyên ên navnetewayî, parlamantoyên herêmê û yên Ereban kir ku sûcên artêşa Tirk, êrişên li dijî Sûriyê bi giştî û  qutkirina avê ser zêdetirî milyonek welatiyên Hesekê şermezar bikin û stasyonê bixebitînin, da ku av bigihêje Hesekê bi temamî.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji dema ku artêşa Tirk û çeteyên wê Serêkaniyê dagir kiriye, aloziya avê berdewam dike.

(eh)