Gel li hember paşguhkirina aliyên garantor li dijî sûcên dewleta Tirk bi hêrs e

Şêniyên navçeya Til Temirê mixabiniya xwe li hember êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên wan nîşan da û da zanîn ku aliyên garantor berpsiyar in.

Gel li hember paşguhkirina aliyên garantor li dijî sûcên dewleta Tirk bi hêrs e
16 kanûn, 2020   01:16
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Ji zêdetirî mehekê ve ye, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kiriye. Her wiha êrişên wan rojane li dijî navçeyên Eyn Îsa û Til Temirê tevî hebûna polîsên Rûsyaya garantor û hêzên hikumeta Şamê hene.

Li gel wê jî dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên li herêmê bi rêya qutkirina avê li ser zêdetirî milyonek şêniyên Hesekê, navçeya Til Temir û derdora wê sûcan pêk tîne.

Ev kiryar û sûcên bênavber li rex gel hêrs û mixabîniyek çêkir, bi taybet paşguhkirina aliyên garantor ji berpirsên xwe.

 ‘HÊZÊN GARANTOR BI ERKÊN XWE RANABIN’

Ji şêniyê Til Temirê Welîd Şakir wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ji dema nêzbûna wan ji herêmê re, rojane şêniyên Til Temir û gundewarên wê topbaran dikin."

Li gorî Şakir, azarên şêniyan bi sedema sûcên dewleta Tirk a dagirker, rojane zêde dibin, di serî de jî qutkirina avê li ser zêdetirî milyoneke şênî. Armanca qutkirina avê jî ew e ku fişarê li ser gelên li herêmê bike û lawaz bike.  Ev tevahî sûc jî li pêş çavên civaka naventeweyî û rêxistinên mafên mirovan pêk tê û bê deng in.

Şakir wiha domand: "Em hêzên Amerîka û Rûsyayê li herêmê dibînin ku hêzên garantor in, li rex wê jî hêzên hikumeta Şamê jî hene, lê belê ev tevahî hêz temaşeker in û bi erkên xwe ranabin."

Şakir da zanîn ku her tim balafirên Rûsyayê li asîmana herêmê ne. Lê heke herêm hat topbarankirin, ev hêz nikarin van êrişan rawestînin.

 ‘SÛCÊN KOÇBERKIRINÊ Û XWESTEK’

Ji aliyê xwe ve, şêniyê bi naê Mehmûd Emîn ê ji Til Temirê bi lêv kir ku ji dema hatina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li nêzî herêmê, êriş berdewam in û li gel wê jî sivîl ji gundên xwe koçber dibin.

Emîn li ser rola hêzên Rûsya û hêzên hikumeta Şamê pirs kir û wiha got: "Heke ew nikarin parastina herêmê û gelê wê li gorî erkên ji bo wê derbas bûne bikin, wê demê li herêmê çi dikin?"

Emîn bang li hêzên garantor kir ku bi erkên xwe rabin, ji ber hûn bi armanca parastin û rawestandina sûcên dewleta Tirk derbasî herêmê bûn, ne ku hûn bibin temaşevanên sûcan.

 ‘ÊRIŞ DI ENCAMA LIHEVKIRINAN DE PÊK TÊN’

Şêniyê bi navê Elaa Zahir têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê wiha berdewam kir: "Ji mehekê ve, tevî peymanên naventeweyî yên agirbestê, êrişên dewleta Tirk li dijî navçeyên Til Temir û Eyn Îsa gur bûne. Ew êriş tevahî li dijî sivîlan in."

Zahir axivî ku ji çend rojan ve, çeteyên dewleta Tirk, êrişî gundê Um Kêf ê li bakurê rojavayê Til Temirê kir, bi wê re di navbera wan û hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî şer rû da, lê belê hêzên hikumeta Şamê temaşevan bûn."

Zahir wiha gotina xwe bi dawî kir: "Tiştê li herêmê rû dide, ji êrişên dewleta Tirk, bêdengiya Rûsya û Sûriyê nîşaneya hebûna peymanên di navbera wan de ne û tevahî li gorî peymanan tev nagerin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pV0BLnnd_Kc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>