Hediye Şemo: Hewldanên ji bo qirkirina civaka êzidî hene

Hediye Şemo diyar kir ku civaka êzidî karî li hember azarên xwe bisekiniya, Rêveberiya Xweser ku nûnertiya pêşeroja wan dike, ava bikira û parastina ol û nasnameya xwe ya çandî bikira û wiha got: "Lê ev destkeftî bi kêrî hin aliyan nehatin, ji lew re bi wê re jî hewl didin ji nû ve civaka êzidî jev bikin û hilweşînin."

Hediye Şemo: Hewldanên ji bo qirkirina civaka êzidî hene
16 kanûn, 2020   00:34
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Bertekên gel ên li dijî komploya nû ya li dijî civaka êzidî ya li Şengalê berdewam in. Ji ber armanca komployê ew e ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk a ku êzidiyan bi kedên ciwanên xwe piştî êrişên çeteyên DAIŞ’ê ava kiriye, derbe bikin.

Li vê dawiyê jî, hikumeta Bexda û PDK’ê peymanek der barê Şengalê de di 9’ê Cotmehê de îmze kir. Ew peyman jî bêyî ku li Rêveberiya Xweser a Demokratîk û hêzên leşkerî vegerin, pêk hat. Bi wê re endama Tevgera Jinên Êzidî Hediye Şemo diyar kir ku armanca peymanê serweriya li herêma Şengalê ya ku li pêş tevahî çavên cîhanê di 2014’an de li hember komkujiyan maye.

 ‘HEWL DIDIN JI NÛ VE CIVAKA ÊZIDÎ’

Hediye Şemo da zanîn ku jinên êzidî di hovanetirîn sûcan re ji qetilkirn, penaberkirin, tecawîzkirin, firotina li sûkan derbas bûn. Ew jî bi êrişên DAIŞ’ê re pêk hat. Her wiha heta niha çarenûsa gelek jinan ne diyar e. Ew yek ji ber ku hêzên PDK’ê û artêşa Iraqê şêniyên Şengalê li hember êriş û komkujiyên DAIŞ’ê hiştin.

Hediye Şemo eşkere kir ku civaka êzidî karî li hember azarên xwe bisekiniya, Rêveberiya Xweser ku nûnertiya pêşeroja wan dike, ava bikira û parastina ol û nasnameya xwe ya çandî bikira û wiha got: "Lê ev destkeftî bi kêrî hin aliyan nehatin, ji lew re bi wê re jî hewl didin ji nû ve civaka êzidî jev bikin û hilweşînin."

Endama Tevgera Jinên Êzidî Hediye Şemo wiha axivî: "Em dizanin destekî sêyemîn li pişt peymana Hewlêr-Bexdayê heye. Divê ew baş bizanin ku lawazkirina vîna Şegalê, lawazkirina Iraqê ye. Her wiha aliyên derve hewl dide Iraq jev bikin û lawaz bikin."

Hediye Şemo  destnîşan kir ku gelê Şengalê peymana Bexda-Hewlêrê red dikin û wiha pê de çû: "Civaka êzidî gelek çalakî li hember vê peymanê li dar xistin, ji ber ew peyman rêveberiya wan a ku bi xîna ciwanên wan hatiye avakirin, lawaz dike."

Hediye Şemo piştrast kir ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê şanseke bû ku rola jinên êzidî derkeve, da ku nûnertiya xwe û gelê xwe di civatên herêmî û navneteweyî bikin û wiha bi lêv kir: "Ev jina ku di nava lepên çeteyên DAIŞ’ê de maye, karî ji nû ve vîna xwe eşkere bikira."

 ‘ROJAVA PIŞTEVANIYA GELÊ ŞENGALÊ KIR’

Hediya Şemo da zanîn ku gelê Rojava di êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên 2014’an de li rex gelê Şengalê sekinî, malên xwe jê re vekirin û gelek şehîd di oxira parastina Şengalê de da.

Hediya Şemo li dawiyê bang li hikumeta Başûrê Kuridstanê kir ku bila sînaryoya Kerkûk li Şengalê dûbare nebe û divê PDK’ê berjewendiyên xwe yên partîtî yên teng ku dikevin xizmete dijminên doza Kurd, berde.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/f9ZmtfB3d60" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>