​​​​​​​Şêniyên Amûdê banga pêkanîna yekitiya kurdî kir

Bi diruşmeya "Na ji şerê birakujiyê re...dem dema yekitiya netewî ye" bi dehan şêniyên navçeya Amûdê bi meşekê banga pêkanîna  yekitiya kurdî kirin.

​​​​​​​Şêniyên Amûdê banga pêkanîna yekitiya kurdî kir
​​​​​​​Şêniyên Amûdê banga pêkanîna yekitiya kurdî kir
​​​​​​​Şêniyên Amûdê banga pêkanîna yekitiya kurdî kir
​​​​​​​Şêniyên Amûdê banga pêkanîna yekitiya kurdî kir
​​​​​​​Şêniyên Amûdê banga pêkanîna yekitiya kurdî kir
15 kanûn, 2020   15:21
QAMIŞLO

Bi pêşengtiya PYD û Kongreya Star, bi dehan şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê daketin qadan, piştgirî dan Şengalê û banga pêkanîna yekitiya kurdî kirin.

Meş ji pêşiya qada Şehîd Cîhad ber bi qada Şengalê ve dest pê kir.  Şêniyan pankartên bi nivîsên "Na ji şerê birakujiyê re..Dem dema azadiyê ye", alên PYD, Kongreya Star, YPJ û QSD'ê hildan û diruşmeyên "Ji yekitiya kurdî re erê", "Na ji şerê birakujiyê re", "Bi yekitiya kurdî em ê dagirkeriyê têk bibin" û "Yekitiya aliyên kurdî azadiya kurdan e" berz kirin.

Meş li qada Şengal rawestî û veguherî mîtîngê. Bi navê partiyên siyasî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ebdulselam Qafûr daxuyanî xwend.

Qafûr got: "Dewleta Tirk hewl dide bi hemû rêbazan lihevkirinên di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û Rêveberiya Xweser de têk bibe, ji ber ku di yekitiya kurdî de têkbirina planên xwe li Sûriyê dibîne."

Ebduselam Qafûr banga piştgiriya diyalogên kurdî-kurdî kir û wiha domand: "Di vê pêvajoya hestiyar de, dema diyaloga yekemîn a di navbera aliyên kurdî de dewleta Tirk hewl da her nêzîbûneke kurdî-kurdî ku gelê Kurd li gelemperiya Kurdistanê li bende ye, têk bibe. Li ser vê yekê divê em partiyên siyasî yên Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk van diyalogan bi pêş bixin da ku tevahî siyasetên Tirkiyê têk bibin. Em xelasiya xwe di yekitiya kurdî de dibînin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bxyAbr7Egiw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>