​​​​​​​Şêniyên Hesekê xwest ku der barê qutkirina avê de lêpisîneke navneteweyî bê vekirin

Endamê rêveber ê Civaka Perwerdeyê bang li rêxitinên mirovî û navneteweyî kir ku girêdayî doza qutkirina avê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve lêpirsîneke navneteweyî bê vekirin û divê sûcdar radstî dadgehên navneteweyî bên kirin.

​​​​​​​Şêniyên Hesekê xwest ku der barê qutkirina avê de lêpisîneke navneteweyî bê vekirin
​​​​​​​Şêniyên Hesekê xwest ku der barê qutkirina avê de lêpisîneke navneteweyî bê vekirin
​​​​​​​Şêniyên Hesekê xwest ku der barê qutkirina avê de lêpisîneke navneteweyî bê vekirin
​​​​​​​Şêniyên Hesekê xwest ku der barê qutkirina avê de lêpisîneke navneteweyî bê vekirin
​​​​​​​Şêniyên Hesekê xwest ku der barê qutkirina avê de lêpisîneke navneteweyî bê vekirin
15 kanûn, 2020   14:51
HESEKÊ

Îro bi sedan şagirt û mamosteyên bajarê Hesekê xwepêşandanek li dar xist û qutkirina avê ji ser zêdetirî milyonek mirovên li bajarê Hesekê û gundewarên wê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve şermezar kir, her wiha xwest ku der barê mijarê de lêpirsîneke navneteweyî bê vekirin.

Xwepêşandana bi dirûşma “Em ji tîna re bimirin jî, hûn ê nikaribin îradeya me bişikînin”, ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Hesekê ve hate organîzakirin û ji çarxrêya Merşo ya navarasta bajêr dest pê kir.

Xwepêşandêr di kolanên sereke yên bajêr re meşiyan û pankartên bi nivîsên “Av jiyan e, Hesekê difetise, Na ji tîbûnê re, Hesekê dimire” rakirin.

Xwepêşandan li çarxrêya Îtfaiyê ya li taxa Til Hecer veguherî mêtîngê û li wê derê xwepêşandêran deqeyekê rêz girtin. Piştre endamê rêveber ê Civaka Perwerdeyê ya Hesekê Mihemed Ehmed wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker hemû  cureyên terorê li diî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşand. Her wiha bi behaneyên vala gelek caran av ji ser bajarê Hesekê ya bi sivîlan dagirtî qut kir.”

Ehmed wiha domand: “Zêdetirî milyonek mirov li Hesekê dijî. Ji dema dagirkirina bajarê Serêkaniyê ve, ji ber qutkirina avê dem bi dem şênî azaran dikişinin.”

Mihemed Ehmed bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku li ser qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve lêpirsîneke navneteweyî vekin û sûcdaran radestî dadgehên navneteweyî bikin.

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Hesekê Azad Mehmûd jî diyar kir ku dîsa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji beriya zêdetirî 20 rojan ve ava stasyona Elok ji ser şêniyên Hesekê û gundên wê qut kiriye û bi wê yekê dixwaze îradeya gel bişikîne.

Mehmûd piştrast kir ku çi dibe bila bibe dê vîna gelê ku di oxira azadî û rûmeta xwe de fedekariyên giranbiha daye, neşikîne.

Xwepêşandan bi dirûşmên silavkirina berxwedana şêniyên Hesekê û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

(cx)

ANHA