Dayikên şehîdan: Êrişa PDK'ê xizmeta dijminê kurdan dike

Dayikên şehîdan êrişên PDK'ê yên li ser hêzên gerîla şermezar kirin û gotin, ev êriş xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike.

Dayikên şehîdan: Êrişa PDK'ê xizmeta dijminê kurdan dike
15 kanûn, 2020   14:59
QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên navçeyên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê li deriyê Sêmalka yê sînorî êrişên çekdarên PDK'ê yên li ser hêzên gerîla li herêma Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Dayikên şehîdan ên beşdarî çalakiya protestoyê bibûn gotin ku ev kiryar xizmeta siyasetên dewleta Tirk a dagirker dike.

Dayika şehîd Hevîrn û Zozan Xelef, Sûad Mistefa anî ziman ku ew beşdarî vê çalakiyê bûne da ku nameyekê bidin PDK'ê ku "Kurdistan nayê parçkirin, dagirker û mêtîgeran parçe kirin. Ji ber vê yekê divê hûn bi pey planên dewleta Tirk a dagirker nekevin."

'ARMANCA DEWLETA TIRK PÊŞMERGE Û GERÎLA YA'

Sûad Mistefa diyar kir ku her aliyekî Kurd êrişê aliyê din ên Kurd bike xizmeta dijminê Kurd dike û got: "Armanca dijminê Kurd derxistina şerekî kurdî-kurdî ye."

Sûad Mistefa destnîşan kir ku êrişa dawî ya çekdarên PDK'ê ya li ser gerîlayên HPG'ê nayê qebulkirin û divê ji gavên wiha paşde vegere û got: "Ev kiryar xizmeta Erdogan û dijminê gelê Kurd li parçeyên Kurdistanê dike."

Sûad Mistefa da zanîn ku armanca dewleta Tirk gerîla û pêşmerge têk bibe.

'DIVÊ RÊVEBERIYA BAŞÛRÊ BI PEY PÊLANÊN TIRKIYÊ NEKEVE'

Dayika şehîd Rojîn Dara, Zelfa Bidûr kiryarên PDK'ê şermezar kirin û wiha got: "Mîmarê vê planê dewleta Tirk a dagirker e. Divê hikumet û rêveberiya Başûrê Kurdistanê ji van planên ku xizmeta tu parçeyên Kurdistanê navke, hişyar bin. Êrişa li ser parçeyekî Kurdistanê, parçeyên din jî lawaz dike, dijmin jî vê yekê dixwaze."

Zelfa Bidûr girîngiya yekitiya kurdî destnîşan kir û wiha domand: "Divê rêz û gotina kurdî bibe yek, şerê navxweyî dê ji hemû aliyan re wêranê bîne. Em piştgiriyê didin hemû hêzên kurdistanî çi HPG û çi pêşmerge ku dema ku parastina berjewendiyên gelê Kurd û destekftiyên ku bi xwîna ciwanan hatine qezenckirin, dikin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hN4Dyfuwz-I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>