Saziya Kar û Barên Olî dêra Şehîdan ji nû ve ava dike

Saziya Kar û Barên Olî ya Meclisa Sivîl a Reqayê dêra Şehîdan a li naverasta bajêr ku çeteyên DAIŞ`ê hilweşand  ji nû ve ava dike.

Saziya Kar û Barên Olî dêra Şehîdan ji nû ve ava dike
15 kanûn, 2020   06:51
REQA-EHMED EL-ELÎ

Ji beriya salekê ve Saziya Kar û Barên Olî bi piştgiriya Komîteya Aborî ya Meclisa Sivîl a Reqayê, ji nû ve dêra Şehîdan a Katolîkên Ermen ava dike û kar û barên avakirinê ber qedandinê ne.

Çeteyên DAIŞ`ê dema ku bajarê Reqayê dagir kiribûn, dêra Şehîdan veguherandibûn "Girtîgeha Navendî" û di bin girtîgehê de tûnek kolabûn da ku navendên çeteyan ên li bajêr bi hev ve girê bidin.

Serokê Saziya Kar û Barên Olî ya li Reqayê Elî Nayîf El-Şiêb diyar kir ku karê avakirina dêrê baş dimeşe, da ku pêkhateya Suryan wekî berê nimêjên xwe bikin.

Nayîf got, li gorî serjimariya saziyê 47 malbatên Xrîstiyan li Reqayê dijîn, lê beriya êrişên û dagirkirina çeteyên DAIŞ'ê hejmara malbatan 400 bû. Nayif diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê dêrên xrîstiyanan rûxandin û dest danîn ser mal û milkên wan.

Xrîstiyanên li Reqayê ji 3 rêolan (Mezheban) pêk tên, ya herî mezin Katolîk a Rûmî ye û dêra wan a Qiyama (Seyida El-Beşara) li taxa Sekna ye, Katolîk a Ermen e û dêra wan a Şehîdan nêzî parka Reşîd a li nîvê bajêr  e. Her wiha Ortodoksên Ermenî û dêra wan li hundirê Dibistana Huriyê ya li herêma Quwatli heye.

Elî Nayîf El-Şiêb bang li Suryaniyan kir ku vegerin bajarê Reqayê, ji ber herêm bi ewle ye û da ku rê û risêmên xwe pêk bînin û li Reqayê zengilên dêrên wan lê bikeve.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LlqogTsB1x0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>