Erebistana Siûdî ji bo başkirina têkiliyan Mexrib û Îsraîlê navbeynkarî kir

Çapemeniya Îsraîlê eşkere kir ku Erebistana Siûdî bi rola navbeynkariyê di pêvajoya başkirina têkiliyan Mexrib û Îsraîlê de rabûye.

Erebistana Siûdî ji bo başkirina têkiliyan Mexrib û Îsraîlê navbeynkarî kir
12 kanûn, 2020   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala 12 a Îsraîlê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên dîplomatîk, ragihand ku Riyad di amadekirina peymana normalîzekirina têkiliyên Mexrib û Îsraîlê de bi rola navbeynkariyê rabûye.

Li gorî kanalê îhtîmal heye heman lihevkirin di navbera Îsraîl û Erebistana Siûdî de jî pêk were.

Kanalê bi bîr xist ku Erebistana Siûdî ji bo dabînkirina hevpeymanên sepandina têkiliyan di navbera Îsraîl û dewletên din de, beşdarî DYA’yê bûye. Li gorî pêşbiniyên kanalê, dibe ku Endonezya û Uman jî tev li van peymanan bibin.

(dm)