Li Idlibê şerê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk didome

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li eniyên Sehil El-Xab û Fitîra yên başûrê Idlibê herêmên hev topbaran kirin. Her wiha 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê ji aliyê çeteyan ve hatin kuştin.

Li Idlibê şerê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk didome
12 kanûn, 2020   10:18
NAVENDA NÛÇEYA

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku şevê din û vê sibê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêmên Sehil El-Xab û Fitîra yên li başûrê Idlibê herêmên hev topbaran kirin.

Li eniya Foca 46’an a li rojavayê Helebê û Dar Kebîr li gundewarên Idlibê 2 endamên hêzên hikumeta Şamê bi guleyên sekvanên çeteyên hatin kuştin. Her wiha çeteyên artêşa Tirk a dagirker nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li Meret Numan û Milace yên Idlibê topbaran kirin.

SOHR`ê duh ragihandibû ku li eniya gundên Riweyha li başûrê Idlibê endamekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin û yek din jî dijî birîndar bû.

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li eniyên Sifuhin, Fitîra û Filêfil li Çiyayê Zawiye li başûrê Idlibê herêmên hev topbaran kirin. Hemwextî wê li eniyên bajarokê El-Bare û gundê Fitîra li başûrê Idlibê şer rû da.

(şx)