​​​​​​​ꞌDivê Rûsya û hikumeta Şamê bi erka xwe rabinꞌ

Şêniyên gundewarên Kobanê têkildarî durûtiya helwesta Rûsyayê ji sûcên artêşa Tirk ên li herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê re, nerazîbûna xwe anî ziman û bang li hêzên Rûsya û hikumeta Şamê kir ku têkildarî van sûcan helwestekê nîşan bidin.

​​​​​​​ꞌDivê Rûsya û hikumeta Şamê bi erka xwe rabinꞌ
12 kanûn, 2020   08:38
KOBANÊ

Di demekê de ku artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişan pêk tînin û li navçeya Eyn Îsayê û herêma Girê Spî û gundewarên wê êrişên xwe berdewam dike, peymanên agirbestê ku bi serkêşiya Rûsyayê ya garantor pêk hatibû, binpê dike. Hêzên Rûsyayê û artêşa Tirk li gundewarên herêmên Cizîrê û Firatê dewriyeyên hevbeş pêk tînin.

Têkildarî durûtiya Rûsyayê, şêniyên kantona Kobanê nêrînên xwe anîn ziman.

Feysel Xelîl ê ji gundê Zor Mixar got di demekê de ku Rûsya û artêşa Tirk li herêmê dewriyeyan pêk tînin, artêşa Tirk rojane êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

ꞌTEVÎ KU DEWLETÊN GARANTOR SÛCAN DIBÎNIN, LÊ DÎSA BÊ DENG INꞌ

Xelîl destnîşan kir ku sponseriyeke navneteweyî heye ku divê li herêmê agirbest pêk were, lê dîsa li hemberî van sûcan bi erka xwe ranabin, ji ber ku divê hêzên hikumeta Şamê û  Rûsya têkildarî van sûcan bi erka xwe rabin.

ꞌBÊDENGIYA CIVAKA NAVNETEWEYÎ, PIŞTGIRIYA ARTÊŞA TIRK Eꞌ

Şêxo Giraf ê ji gundê Zormixar axivî û diyar kir ku bêdengiya civaka navneteweyî nexasim Rûsya û Amerîkayê destekê dide artêşa Tirk ku êrişî gel bike.

Giraf da zanîn ku artêşa Tirk pêşberî çavên cîhanê li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî sûcan pêk tîne, ev yek îsbat dike ku ew jî di qetilkirina gel de şirîk in.

Şêxo Giraf destnîşan kir ku di demekê de ku artêşa Tirk li pêşiya çavên Rûsyayê  êrişî gundewarên Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê dike, hêzên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirk li herêmên biewle yên wekî Kobanê dewriyeyan pêk tînin.

Mihemed jî Miso yê ji gundê Dekmedaş a rojavayê kantona Kobanê got: "Diviyabû ku Rûsya bi erka xwe rabe, ji ber di navbera wê û dewleta Tirk de peyman hate îmzekirin, lê em dibînin ku parastina dagirkerê xaka Sûriyê dike."

Mihemed Miso got ku Rûsya li ser hesabên gelê herêmê berjewendiyên xwe yên aborî yên bi Tirkiyê re diparêze û wiha bi dawî kir: "Em jî vê bazarê red dikin û bang li Rûsya ya garantora agirbestê û hikumeta Şamê dikin ku li hemberî van sûcan bi erka xwe rabin."

(eh)

ANHA

<iframe width="650" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KujJqK0cPQM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>