Hejmara pêketiyên koronayê gihaşt 69 milyon kesî

Li cîhanê zêdetirî 69 milyon kes bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine. Hejmara kesên ji ber vîrusê mirine jî gihaşt milyonek û 587 hezar kesî.

Hejmara pêketiyên koronayê gihaşt 69 milyon kesî
12 kanûn, 2020   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên dawîn ên pêketiyên vîrusa koronayê ku Reutersê îro weşandine, li cîhanê 69 milyon û 816 hezar kes bi vîrusa koronayê ketine û milyonek û 587 hezar kesî bi vîrusê jiyana xwe ji dest daye.

Reutersê ragihand ku li 59 dewletan hejmara pêketiyên koronayê hê jî zêde dibe. Ji aliyê hejmara pêketiyên vîrusê ve Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya yekemîn e, piştre Brezîlya, Tirkiye, Hindistan û Rûsya tên.

 (dm)