Rojnameyên erebî: Pêşbirka di navbera Rûsya û Îranê de gihîşt Bûkemalê

Rojnameyên erebî der barê pêşbirka di navbera Rûsya û Îranê ya li Sûriyê, zextên Ewropayê û DYA`yê li ser dewleta Tirk û destwerdanên dewleta Tirk li Lîbyayê de nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Pêşbirka di navbera Rûsya û Îranê de gihîşt Bûkemalê
12 kanûn, 2020   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN

‘HÊZÊN RÛSYAYÊ DERBASÎ BÛKEMALÊ BÛN’

Der barê kar û barên Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Hemwextî piştrastkirina hebûna dewriyeyên Rûsyayê li Colanê, hêzên Rûsyayê derbasî Bûkemalê ya li nêzî sînorên Iraqê bûn. Wek nameyek bibîrxistinê ji Îranê re ya ku milîsên xwe li başûr, bakur û rojhilatê Sûriyê belav dike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên Rûsyayê yekemîn baregeha xwe li bajarê Bûkemalê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê vekir û hêzên wê li avahiya Otela Siyahî ya li navarasta Bûkemalê bi cih bûn.

Li gorî çavkaniyên alîgirên Şamê, hêzên ewlehiyê yên Sûriyê li Dêrazorê ser nuqteyeke milîsên Îranê de girt û gelek ji wan girtin. Hemwextî wê, hinek rayedarên leşkerî yên rûsî ragihand ku ji bo meşandina dewriyeyan li herêma Colanê li gundewarên Quneyterê li nêzî Xeta Bravo ya di navbera hêzên Sûriyê û Îsraîlê de ew alîkariya hêzên Şamê dikin.”

‘LI LÎBYAYÊ NÎŞANEYÊN ŞER’

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan nivîsî: “Nîşaneyên şerekî di navbera aliyên Lîbyayê de diyar dibe. Hinek çavdêr amadekariyên milîsên Terablusê bi zanabûn wesifandin. Der barê îdiayên Wîfaqê de ku Artêşa Nîştimanî hêzên xwe li nêzî xeta Sirte û Cefreyê kom dike, çavkaniyekî leşkerî ji odeya operasyonên El-Kerame, piştrast kir ku ev îdia ne rast in û hêzên artêşa nîştimanî agirbest binpê nekiriye.”

‘ROJA CEZAYAN LI DIJÎ DEWLETA TIRK’

Girêdayî cezayên Ewropa û Amerîkayê yên li dijî dewleta Tirk, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Ewropa û DYA bi awayekî hemwext, nameyek ji serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re şand ku piştî kirîna pergala moşekên Rûsyayê û lêgerîna li gazê li rojhilatê Deryayê Spî di ava welatekî din de êdî ew siyaseta ku dewleta Tirk dixwaze li NATO`yê ferz bike, red dikin.”

Serokên Yekitiya Ewropayê (YE) li ser amadekirina cezayên sînordar li dijî kesayetên tirkî ji ber nakokiya wê bi Yewnanistan û Qibrisê re girêdayî lêgerîna li enerjiyê, li hev kir.

Serokên YE`yê gefa girtina tedbîrên aborî yên firehtir ku di Cotmehê de li Tirkiyê xwaribû paşguh kir. Li şûna wê li ser daxuyaniyekê ku rê li pêşiya cezakirina kesên ku têkiliya wan bi plankirinê yan jî tevlêbûnê hene vedike, li hev kir. 

Nûnerê Yewnanistanê rave kir ku welatê wî ji dudiliya YE`yê ji bo cezakirina Tirkiyê bê hêvî ma. Almanya, Îtalya û Spanya demeke dîtir dan Tirkiyê ku li ser asta dîplomasiyê ev pirsgirêk were çareserkirin.

Çavdêran diyar kir ku Enqere ji rewşa dudilî ya niha ya YE`yê sûdê werdigire.

Bi navnîşana “Tirkiye serêşa sereke ya ji bo Ewropayê ye” nivîskarê rojnameya British Financial Times David Gardner got: “Tirkiye hevalbendeke dijwar e. Endameke NATO`yê ye. Lê pergalên parastinê yên asmanî yên Rûsyayê dikire. Ew endama Koma 20`an a lê Hemasê pêşwazî dike.”

(şx)