HRE’yê nasnameya şehîdekî ragihand

HRE’yê ragihand ku endamê wan Ebdilhemîd Îsmaîl duh ji ber nexweşiyekê şehîd bûye û got “Em di şexsê hevrê Ebdilhemîd Îsmaîl de tevahî şehîdên qehreman bi rêzdarî bi bîr tînin û soza azadiyê dubare dikin.”

HRE’yê nasnameya şehîdekî ragihand
12 kanûn, 2020   07:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku endamê wan Ebdilhemîd Îsmaîl duh di encamam nexweşiyekê de şehîd bûye.

HRE’yê di daxuyaniya xwe de wia got:

“Hevrêyê me Ebdilhemîd Îsmaîl roja 9’ê Kanûnê, di encama nexweşiyê de şehîd ket.

Hevrê Ebdilhemîd Îsmaîl, ruxmî temenê xwe yê mezin, li hemberî dagirkeriyê bê helwest nema û di sala 2019’an de tev li refên me bû. Bi vê sekna xwe ya hêja û birûmet careke din îspat kir ku bêyî ku mirov ji bo azadiyê têkoşînê bike, tu wateya jiyanê nîn e. Û bi vê nêzikatiyê bi azwerî û coşeke mezin tev li kar û xebatan bû. Her tim bi sekna xwe ya kedkar ji bo hevrêyên xwe bû mînak. 

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Ebdilhemîd Îsmaîl

Navê Dayikê: Bedriye

Navê Bav: Mahmud

Cih û Dîroka Şehadetê: Şehba, 9 Kanûn 2020

Em di şexsê hevrê Ebdilhemîd Îsmaîl de tevahî şehîdên qehreman bi rêzdarî bi bîr tînin û soza azadiyê ku me daye şehîdên xwe û gelê xwe, em dîsa dubare dikin. Ji malbata şehîdê xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”