​​​​​​​'Divê PDK`ê têkiliyên xwe bi dijminê gelê Kurd re qut bike'

Şêniyan hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re rexne kir û wiha gotin:"PDK`ê li ser hesbê gelê Kurd peymanan mohr dike."

​​​​​​​'Divê PDK`ê têkiliyên xwe bi dijminê gelê Kurd re qut bike'
8 kanûn, 2020   05:14
HELEB-ARIF SILÊMAN

Bertekên gelê Kurd ên li dijî hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bi dewleta Tirk re zêde dibin.

Têkildarî mijarê şêniyê bi navê Fîras Şeref destnîşan kir ku sekna PDK`ê bi dewleta Tirk re nakeve xizmeta gelê Kurd û got, faşîzma Tirk, Partiya Yekitiya Demokrat wekî alavekê ji bo pêkanîna plana xwe ya derxistina şerekî li dijî gerîla bi kar tîne.

Fîras Şeref ev yek li gotina xwe zêde kir:"Armanca artêşa Tirk zelal e, hewldana qirkirina gelê Kurd dike. Kiryarên PDK`ê  jî isbat dike ku ew di doza kurdan re nafikire."

Şêniyê bi navê Dilovan Hemo jî tevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re rexne kir û wiha got: "Siyasetên PDK'ê xizmeta berjewendiyên kurdan nake. Ji ber ku têkiliyên xwe yên bi qatilê kurdan re didomîne. Ev yek di serdan û hevdtinênên wan ên domdar de diyar dibe ku li ser hesabê gelê Kurd diyalogan dikin."

Dilovan Hemo bang li PDK`ê kir ku têkiliyên xwe bi Tirkiyê re qut bike.

Ehmed Qadir jî got: "Dewleta Tirk rejîmeke faşîst e, destkeftiyên ku gelê Kurd di şoreşa xwe de bi dest xistin derbe dike, lewma divê em ji vê çarçoveya dijminatiyê derkevin û piştgiriya yekitiya gelê Kurd bikin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kB_0PR__-NY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>