Şandeyek ji Tacikistanê gihaşt Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Şandeyek ji Tacikistanê îro serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bi Daîreya Têkiliyên Derve re pêşketinên dawîn li Sûriyê bi giştî û herêmê bi taybetî, nîqaş kir.

Şandeyek ji Tacikistanê gihaşt Bakur û Rojhilatê Sûriyê
7 kanûn, 2020   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, şandeyek ji Tacikistanê bi serokatiya balyozê Tacikistanê li Kuwêtê Dr.Zubeyd Allah Zubeydof, nûnerê Tacikistanê li Kuwêtê Sebah El-Dîn û sekerterê sêyem di balyozxaneya Tacikistanê li Kuwêtê Reslan Cerîf, gihaşt Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer, cîgirê wî Fener El-Kiêt, berdevkê fermî yê daîreyê Kemal Akif û endamên desteya rêveber Sena Edhem û Hener Bîco, şande li navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşwazî kirin.

Di hevdîtinê de her du aliyan rewşa gistî li Sûriyê û bi taybetî rewşa herêmên Rêveberiya Xweser, xebatên siyasî û girîngiya çareserkirina aloziya Sûriyê li gorî biryarên navneteweyî, nîqaş kir.

Rayedarên Rêveberiya Xweser ji endamên şandeya tacikistanî re behsa sûc û topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê û bandora van binpêkirinan li herêmê, kirin.

Her wiha rewşa ragihandinê li herêmê li gel belavbûna vîrusa Koronayê, girîngiya vekirina dergeha Til Koçer a sînorî ji bo gihandina alîkariyan ji şêniyên herêmê re û girîngiya pêkanîna civaka navnetewyî berpirsiyariyên xwe yên girêdayî vê mijarê, hatin nîqaşkirin.

(cx)

ANHA