Şengalî: Em destûrê nadin hêzên ku em bi tenê hiştin vegerin Şengalê

Şengaliyên ku îro li dijî peymana hikumetên Bexda-Hewlêrê meşiyan, diyar kirin ku ew destûrê nadin hêzên ku di dema êrişên DAIŞ`ê de ew bi tenê bê parastin hiştin ku vegerin Şengalê.

Şengalî: Em destûrê nadin hêzên ku em bi tenê hiştin vegerin Şengalê
7 kanûn, 2020   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, îro bi dirûşma “Em hemî Asayîş in” bi sedan şêniyên Şengalê meşek li dar xistin.

Meşê ji navenda Şengalê dest pê kir û jin, zarok, rûspî, serokeşîrên herêmê, rêveber û nûnerên saziyan tevlê bûn.

Meşvanan pankertên bi nivîsên “Asayîş rûmeta me ye”, “Bijî Asayîş”, “Em Asayîş in” û wêneyên şehîdên berxwedana Şengalê rakirin û bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana Şengalê” û “Bijî berxwedana Asayîşê” berz kirin.

Meş li pêşiya konê çalakiya destekdayîna Asayîşê ku ev ev 5 rojin li pêşiya navenda Asayîşa Êzidxanê hatiye vegirtin, bi dawî bû.

Piştî meşê li ber konê çalakakiyê mitîngeke hate lidarxistin û li wir cigîrê hevserkên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Îbrahîm axivî û çalakvanên ku ev nêzî mehekê ye di nava xwepêşandanan de ne û çalakvanên konê berxwedanê ku ev 5 roj in di çalakiyê de ne, silav kirin.

Heso Îbrahîm destnîşan kir ku ev çalakî ji bo parastina destkeftiyên 6 salan û hêzên parastina Şengalê tên lidarxistin û gelekî girîng in û got wekî gelê Êzidî ew ê hêz û îradeya ku di 6 salan de bi dest xistine, nedin destê tu kesî.

Îbrahîm her wiha da zanîn ku ew destûrê nadin wan hêzên ku di dema fermanê de ew bi tenê hiştine, vegerin Şengalê.

Piştre li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Meyan Nasir û li ser navê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hecî axivîn. Axaftvanan dan zanîn ku gelê Şengalê û bi taybetî jinên Êzidî di 6 salên dawî de bûn xwedî îrade û destkeftî, lew re ew ê bi her awayî van destkeftiyan biparêzin.

(cx)