Li Kuwêtê hilbijartinên Meclisa Neteweyî destpê kir

Li Kuwêtê, ji vê sibê de gel berê xwe dide cihê hilbijartinan, ji bo hilbijartina Meclisa Neteweyî.

Li Kuwêtê hilbijartinên Meclisa Neteweyî destpê kir
5 kanûn, 2020   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyên Kuwêtê ya fermî (KUNA) ragihand ku dê hilbijêr li 5 navendên hilbijartinan li welêt, di nav tedbîrên hişk ji bo vîrusa koronayê, dengên xwe bidin.

Dengdayîn li Kuwêtê di saet 08:00 bi dema herêmî(05:00 GMT ) dest pê kir û heta seat 20:00 wê bidome.

Di hilbijartinan de, 326 namzet jê 29 jin in ji bo kursiyên parlamentoyê yê ku ji 50 endaman pêk tê, di nava pêşbaziyê de ne.

Ji aliyekî din ve jî, serokwezîr ji aliyê mîrê Kuwêtê ve tê hilbijartin, ku hikumetê ava bike. Bi şertê ku herî kêm yek ji endamên parlamentoyê be.

(dm)