Di navbera Amerîkayê-Tirkiyê de aloziyeke nû

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di civîna wezaretê ya NATO`yê de, dewleta Tirk bi tundî rexne kir.

Di navbera Amerîkayê-Tirkiyê de aloziyeke nû
3 kanûn, 2020   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê DYA`yê beşdariya Meke Pompeo ji kongreya onlinê ne piştrast kir û ne jî detayên civînê derewand, lê gelek çavkaniyan ragihand ku danûstandin germ bû.

Têkildarî rageşiya li Yewnanistanê û piştgiriya Tirkiyê ji Azerbîcanê, dewleta Tirk di kongreyê de hate rexnekirin.

Keştiyên şer ên Ewropa hewl dide çekên derbasî Lîbyayê dibin, qedexe bike.

Hin endamên NATO`yê û YE`yê ji bilî Fransayê ji ber ditirsin rageşî gurtir bibe, ji rexnekirina serokkomarê Tirkiye Recep Teyyîp Erdogan baldar in.

Beşdarên kongreyê ji France Press (AFP) re diyar kir ku Mike Pompeo Tirkiye tewanbar û got ku Tirkiye di destên Moskovê de lîstokeke, ji ber ku rikberiya NATO`yê di kirîna sîstema S-400 de dike tevî ku hevalbendên NATO`yê  vê yekê red dikin.

 (eh)