Koalîsyona Erebî nuqteyên Hûsiyan bombebaran kirin

Balafirên girêdayî Koalîsyoan Erebî êrişên asîmanî li ser herêmên serweriya Hûsiyan li parêzgeha Meirib ya bakur rojhilatê Yemenê pêk anîn. Hemwextî wê yekê arêtşa Yemenê gelek nuqteyên stratejîk li navenda bajarê Rexwan a bakur rojavayê Meiribê bi dest xistin.

Koalîsyona Erebî nuqteyên Hûsiyan bombebaran kirin
3 kanûn, 2020   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî leşkerî ji ajansa Sputnik re diyar kir ku balafirên girêdayî Koalîsyona Erebî zêdetirî 20 êrişên asîmanî li dijî nuqteyên komên Hûsiyan li bajarê Medxel ê bakur rojavayê Meiribê û  Serwah û Rihbê ên rojava û başûrê Meiribê, pêk anîn.

Hûsiyan, Koalîsyona Erebî ji hedefgirtina balafirgeha Sena ya navdewletî tewanbar kir.

Ev êriş hemwextî şerê di navbera artêşa Yemenê ya girêdayî hikumeta rewa (Şeriyê) û komên Hûsiyan li eniyên Mixedire, xaçrêya Hêlan a li Serwah û li herêmên cuda yên Medxel û derdorê Rihbê, pêk hatin.

Li gorî ku çavkanî ji ajansê re ragihandiye, di êrişên asîmanî de ji Hûsiyan kuştî û birîndar çêbûn û wesiyatên leşkerî hatin rûxandin.

 (cx)