Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê malbatên kesên revandine neçarî dayîna fidyeye dikin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker malbatên kesên ku revandine neçar dike ku li hemberî berdana wan, fidyeyê bidin.

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê malbatên kesên revandine neçarî dayîna fidyeye dikin
2 kanûn, 2020   11:43
ŞEHBA

Sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li kantona Efrînê ya dagirkirî dewam dikin.

Çavkaniyekî ji navçeya Raco ya Efrînê diyar kir ku çeteyên navê “Polîsên Leşkerî” li xwe dikin di 30`ê Mijdarê de bi fermana îstixbaratên dewleta Tirk 3 sivîl ji gundê Bedîna revandin.

Li gorî çavkanî navên kesên hatine revandin wiha ne; Xelîl Mihemed Şeban (60), Rifet Hisên Mihemed (43) û Omer Beyrem Elo (65).

Çavkanî da zanîn ku malbata Xelîl Şeban neçar man ku hezar lîreyên Tirk anku 338 hezar lîreyên Sûriyê li hemberî berdana wî, bidin çeteyan. Çarenûsa Rifet û Omer jî hîna ne diyar e.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 sivîlên ku berê revandinbûn ên bi navên Ehmed Arif îbiş û Hesen Arif Oso piştî ku malbatên wan li hemberî berdana her yekî hezar û 500 lîreyên Tirkiyê (522 hezar lîreyên Sûriyê) dane, serbest berdan.

(cx)

ANHA